Hevgirtina gelan ewê dijmin têk bibe
- 15:43 19 Adar 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Gelê Til Temirê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê meşek li dar xist.
Gelê Til Temira Hesekê ya herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê meşek li dar xist û gotin:"Dê bi rihê berxwedana Barîn û Xabûran Efrînê bi ser bikeve."
Hemû saziyên civakî û rêveberiya xweser û gel bi awayekî girseyî beşdarê meşa ji bo Efrînê bûn. Meşê ji ber saziya Malbata Şehîdan dest pê kir û li Qada Biratiya Gelan veguherî mîtîngê. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG'ê, Kongreya Star û TEV-DEM'ê hat hilgirtin.
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Edalet Omer axivî û diyar kir ku em ê li dijî êrîşên Efrînê berxwedana xwe bilindtir bikin û serî netewînin.
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.