Ji bo koçberên Efrînê seferberiya alîkariyê dest pê kir

  • 14:59 19 Adar 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Endamên Kongreya Star ên li Kobanê ji bo alîkariya Efrînê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê fonê xwe yê vê mehê ji bo koçberên Efrînê veqetînin. 
 
Saziyên Jinan ên Kantona Kobanê ên girêdayî Rêxistina Kongreya Star ya Kobanê yên wekî Rêxistina Sara, Mala Jinê  û Têkiliyên Dîplomasiya Kongreya Star ji bo berxwedana Efrînê daxuyanî da û diyar kirin ku wan fonê xwe yên vê mehê ji bo alîkariya koçberên Efrînê veqetandin. Daxuyanî li Qada Şehîd Egîd hat dayin.
 
Di daxuyaniyê de berxwedana Efrînê hat slavkirin û hat gotin ku divê hemû kes ji bo alîkariya koçberên Efrînê seferber bibin. 
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Efrîn ne bi tenê ye û yên ku li Efrînê peykerê Hesinkar Kawa hilweşandine negihêjin armanca xwe û ew ê têk biçin. Serkeftin a gelê Kurd e.
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Berxwedana Efrînê" bi dawî bû.