Li Kobanê ji bo Efrînê kampanyaya alîkariyê dest pê kir

  • 14:43 19 Adar 2018
  • Rojane
Berçme Cûdî
 
KOBANÊ - Gelê Kantona Kobanê ji bo alîkariya penaberên Efrînê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.
 
Bi pêşengiya Kongreya Star û Partiya Yekîneyên Demokratîk (PYD) li Qada Şehîd Egîd ji bo alîkariya Efrînê kampanyaya alîkariyê dest pê kir û kon hat vegirtin.
 
Têkildarî mijarê Hevseroka Şaredariya Kobanê Xalîde Diyab banga alîkariya ji bo Efrînê kir û got:"Ji bo alîkariya sîvîlên ku li Şehbayê bi cih bûne em banga alîkariyê dikin. Divê rêxistinên mafên mirovan û hemû cîhan erka xwe bi cih bîne û alîkariya sîvîlên ku ji cih û warên xwe bûne bikin."