Li Kobanê ji bo Efrînê kampanyaya alîkariyê dest pê kir 2018-03-19 14:43:47   Berçme Cûdî   KOBANÊ - Gelê Kantona Kobanê ji bo alîkariya penaberên Efrînê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.   Bi pêşengiya Kongreya Star û Partiya Yekîneyên Demokratîk (PYD) li Qada Şehîd Egîd ji bo alîkariya Efrînê kampanyaya alîkariyê dest pê kir û kon hat vegirtin.   Têkildarî mijarê Hevseroka Şaredariya Kobanê Xalîde Diyab banga alîkariya ji bo Efrînê kir û got:"Ji bo alîkariya sîvîlên ku li Şehbayê bi cih bûne em banga alîkariyê dikin. Divê rêxistinên mafên mirovan û hemû cîhan erka xwe bi cih bîne û alîkariya sîvîlên ku ji cih û warên xwe bûne bikin."