Em ê di Newrozê de derkevin qadan û bibêjin Efrîn ne bi tenê ye
- 14:22 19 Adar 2018
- Rojane
ÊLIH - Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew ê agirê Newrozê yê ku Hesinkar Kawa pêxistiye, li her derê pêxin û got:"Kesê ku peykerê Hesinkar Kawa hilweşandin bila nebêjin qey ew tenê peykerek e. Efrîn her der e."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Êlihê ji bo derbarê bernameya Newrozê de di taştê de hatin ba hev. Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran derbarê Newrozê de axivî û got:"Em dixwazin Newrozê di 18'ê Adarê de pîroz bikin lê îktîdar 21'ê Adarê li me ferz dike. Madem dixwazin di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin wê demê bila bikin betlaneya fermî ku di wê dîrokê de hemû kes bikaribin pîroz bikin. Lê dema ku mijar dibe Gelê Kurd û nirxên Gelê Kurd xeynî hilweşandinê tiştekî din nakin. Li Efrînê komek çeteyan Peykerê Hesinkar Kawa hilweşandin. Em ê agirê ku Kawa pêxistiye, li her derê pêxin. Em ê derkevin qadên Newrozê, berxwedana Efrînê biqêrin û nîşan bidin ku Efrîn ne bi tenê ye."
'Efrîn her der e'
Ayşeyê anî ziman ku ew li hêvî ne ku bi hezaran gel li Êlihê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin û got:"Kesên ku peykerê Hesinkar Kawa hilweşandin bila nebêjin qey ew tenê peykerek e. Agirê ku Hesinkar Kawa pêxistiye em ê li her derê pêxin, çimkî Efrîn Amed e, Efrîn Wan e, Efrîn Êlih e, Efrîn her der e."
Piştî axaftinan bernameya Newrozê hat diyarkirin. Newroza Êlihê dê di 21'ê Adarê de li Qada Otogara Nû ya Êlihê bê pîrozkirin. Parlametera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Kadrî Yildirim dê wekî axaftvan beşdarî bernameya Newrozê ya Êlihê bibin. Her wiha hunermend Erdogan Emir û hunermendên herêmê dê beşdarî bernameya Newroza 21'ê Adarê ya Êlihê bibin.