Ji bo Newroza Cizîrê bersiva erênî hat dayîn

  • 13:12 19 Adar 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Ji bo Newroza ku wê bi dirûşma "Em ê bi ruhê newerozê berxwedanê mezin bikin; li Efrînê bi ser kevin" li Cizîrê bê li darxistin ji aliyê walîtiyê ve bersiva erênî hat dayîn. 
 
Ji bo Newroza ku wê bi dirûşma "Em ê bi ruhê newerozê berxwedanê mezin bikin; li Efrînê bi ser kevin" li Cizîrê bê li darxistin ji aliyê walîtiyê ve bersiva erênî hat dayîn.  Piştî ku ji bo serlêdanê bersiv erênî hat dayîn gelê Cizîrê yê ku xebtên xwe ji bo pîrozbahiyê zêde kir, wê vê salê Newrozê li taxa Konakê saet di navbera 11.00 û 15.00'an de pîroz bike.
 
Piştî destûrdayînê ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniya ji aliyê Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Cizîrê  Alî Akdenîz û Komîteya amadekara a Newrozê ve hat dayîn û wiha hat gotin: "Li qada newrozê me xebat dan destpêkirin û em bang li gelê Cizîrê ji 7 salî heta 70 salî dikin ku bên pîrozbahiya newrozê. Divê ku gelê Cizîrê carekedin mohera xwe li pîrozbahiya newrozê bide.