'Em ê Newrozê bi rihê Berxedana Serdemê pîroz bikin'

  • 12:38 19 Adar 2018
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan 
 
QAMIŞLO - Jinên ku beşdarî meşa girseyî ya di pêşengtiya Rêveberiya Meclîsa Eyaleta Bajarê Qamişloyê de hat lidarxistin, bûn derbarê berxwedana serdemê ya Efrînê û Newrozê de nerînên xwe anîn ziman û gotin:"Em ê Newrozê bi rihê Berxedana Serdemê pîroz bikin."
 
Di pêşengitiya Rêveberiya Meclîsa Eyaleta Bajarê Qamişloyê û Kongra Starê de, bi dirûşma :"Em bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar dikin"  meşek girseyî ji bo berxwedana serdemê ya Efrînê hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî meşê bûn gotin em hêza xwe ji têkoşîna Hesinkar Kawa digirin û em ê bi rihê berxwedana serdemê qadên Newrozê tije bikin. 
 
'Berxwedana me dê bidome'
 
Endama Rêveberiya Hêza Cewherî Ayşe Ebdurehman berxwedana serdemê slav kir û got:"Em ê Newroza 2018'an bi rihê berxwedana Efrînê pîroz bikin. Heta em bi ser nekevin em dev ji doza xwe bernadin. Heta ku Kurdek li ser piya bimîne, em ê Efrînê rizgar bikin. Me çawa ku Kobanê rizgar kir em ê Efrînê jî wiha rizgar bike. Em bang li dewletên navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan jî dikin ku erka xwe bînin cih û dawî li bêdengiya xwe ya li dijî êrîşên li ser Efînê bînin."
 
'Agirê rihê berxwedana gelê Kurd dê gurtir bibe'
 
Her wiha Hevseroka Desteya Parastina Şûnewaran a herêma Cizîrê Bêrîvan Yûnis jî bi lêv kir ku agirê rihê berxwedana gelê Kurd dê gurtir bibe û got: "Ji bo piştgiriya berxwedana serdemê em her dem beşdarî çalakiyan dibe. Em ê ji Efrîna ku ev du meh in li ber xwe didin re bibin xelekek ji berxwedanê. Her wiha berxwedana Newrozê dê bi rihê berxwedana serdemê tacîdar bibe."
 
Em ê doza mafê zarokên xwe bikin!
 
Welatiya ji Bajarê Qamişloyê ya bi navê Nafiya Betal jî êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û got: "Em ji Erdogan natirsin û em bi keda şervanên xwe bi ser dikevin, bila herkes zanibe ku Erdogan nagihîje miradê xwe.  Em ê doza zarokên xwe yên bi balafirên dewleta tirk hatin qetilkirin bipirsin, em ê doza mafê zarokên xwe bikin. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û serkeftin dê ya gelê Kurd ê berxwedêr  be."