FEMEN: Erdogan destê xwe ji Efrînê bikişîne
- 12:35 19 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - FEMEN a ku piştgirî da berxwedana Efrînê got; "Mafê her gelî ye ku çarenûsa xwe diyar bike û ev gelê kurd jî di nav xwe de dihewîne. FEMEN piştgiriyê de berxwedna li Efrînê a ku gelê kurd dide û dide sivîlan."
Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê di roja 59'emîn de berdewam dikin. Ji duh de navenda bajêr ji aliyê van koman ve tê talankirin. Ajana Nûçeyan AFP a Frnasayê dîmenê talana ku tê kirin weşand û got ku berxwedana gel berdewam dike. Du di daxuyaniya ku ji aliyê Herêma Xeser a Efrînê ve hat dayîn ve hat ragihandin ku berxwedan hatiye merhaleyeke nû, diyar kir ku li Efrînê ji 500 sivîlan zêdetir di encama van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Li dijî êrîşên dewelta tirk û komên girêdayî wê li Ewropa û li Kurdistanê li gelek cihî çalakiyên piştgiriya bi Efrînê re hatin lidarxistin û piştgiriyek jî ji FEMENê hat.
FEMENÊ ji ser hesabê xwe yê medya civakî got, "Erdogan destê xwe ji Efrînê bikişîne" û ev nivîs weşand; "Ketina bajarekî ku li derveyî sînoran maye û li bakirina ala xwe li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Mafê her gelî heye ku çarenûsa xwe diyar bike û ev gelê kurd jî di nav xwe de dihewîne. FEMEN piştgiriyê dide gelê kurd û sivîlên li Efrînê."