Sîcan Kurkut: Dema hûn diçin Newrozê Kemalê min ji bîr nekin

  • 09:08 19 Adar 2018
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
MELETÎ - Xwendekarên Zanîngehê Kemal Kurkut ku ji bo tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe hat Amedê, di nokteya lêgerîna li ser Kolana Evrîm Altaş de li ber çavê rojnamegeran ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û di ser qetilkirina wî de salek derbas bû. Dayika Kemal Kurkut, Sîcan Kurkut ku ev saleke edaletê dipê bang li sedhezar kesên diçin qada Newrozê kir û got: “Dema hûn diçin Newrozê ji bîr nekin Kemalê min jî ligel xwe bibin.”
 
Di Newroza 2017’an de Kemal Kurkut ku xwendekarê zanîngehê bû ji Meletiyê hat Amedê û roja Newrozê hat qetilkirin. Di ser qetilkirina wî de salek derbas bû. Kemal Kurkut ku xwendekarên beşa muzîkê ya fakulteya Hunerên Xweş a Zanîngeha Înonu bû, di nokteya polîsan de li ber çavên rojnamegeran bi hinceta ‘bombeya zindî ye’ hat qetilkirin. Walitiyê hewl da bi vê hincetê serê bûyerê bigire lê bi wêneyan her tişt derket holê. Lê tevî van hemûyan polîsê bi navê Y.Ş yê Kemal qetil kir bi muebetê hat darizandin, lê daxwazên derbarê girtina wî de hat redkirin.
 
Dayika Kemal, Sîcan Kurkut axivî û got ji ber bi taybet kurê wê di Newrozê de hatiye qetilkirin êşek cuda jiyaye û wiha got: “Hêrsa me li dijî kesên di roja Newrozê de ev êş bi me dan jiyîn pir mezine. Cejna me di xwînê de gevizandin.”
 
‘Ev saleke hiqûq tuneye, edalet tuneye’
 
Sîcanê daxuyakirin ku polîsê ku Kemal qetil kiriye ne girtî tê darizandin û got daxwaza parêzeran ji bo girtina polîsê gumanbar, tê redkirin û wiha pê de çû: “Ev edeletek çawa ye, ev hiqûqek çawa ye? Ev saleke em ji edaletê bêpar tên hiştin. Ev saleke ez dayikek ku ji hiqûq, edeletê bêpar têm hiştin e. Polîsê ku Kemal qetil kir hîna di nav me de digere. Ev êşek mezin dide min. Ez ji bo Kemalê xwe edaletê dixwazim.”
 
‘Bila zarokên me êdî neyên qetilkirin’
 
Sîcanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê hawira şer û pevçûnan demildest bi dawî bibe û  bila êdî zarokên me neyên qetilkirin.
 
‘Kemalê min ji bîr nekin’
 
Sîcanê bang li sedhezarên îsal diherikin qadan kir û got: “Di 21’ê Adarê roja Newrozê de ji bîr nekin Kemalê min jî ligel xwe bibin. Em ê di 21’ê Adarê de li ser gora wî bibîranînê pêk bînin.”