Jinên Stenbolê: Tirkiye li Efrînê sûcê mirovahiyê dike

  • 09:07 19 Adar 2018
  • Rojane
STENBOL - Jinan bertek nîşanî bombebarankirina Nexweşxaneya Avrînê dan û diyar kirin ku Tirkiye sûcê mirovahiyê dike û wiha got: “Kurdbûn an ne Kurdbûn ne girîng e. Divê her kes xwedî li Efrînê derkeve. Jin û zarok tên qetilkirin.”
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê ket roja 59’emîn û heta niha gelek sivîl hatin qetilkirin. Rojek berê Nexweşxaneya Avrînê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin. Jinên li Stenbolê dijîn derbarê êrîşan de û qetilkirinan de bertek nîşan dan.
 
‘Bila her kes bertek nîşan bidin’
 
Saadest Yuvaci destnîşan kir ku çi dibe bila bibe divê êrîşê nexweşxaneyan nekin û wiha got: “Li jin û zarokan xistin sûcê mirovahiyê ye. Divê Tirkiye şûnde gavê biavêje. Di tu şerî de nexweşxane divê rastî êrîşan neyên. Cihên sîvîl lê ne divê neyên bombebarankirin. Lê Tirkiye vê rêbazê binpê dike. Ez bang li hemû gelan dikim ku ji bo mirinan rawestînin bertek nîşan bidin.”
 
‘Sûcê mirovahiyê ye’
 
Ayten Kavak jî  bi lêv kir ku ne tenê gelê Kurd divê hemû gel bertek nîşan bidin û balkişand ser jin û zarokên hatine qetilkirin. Aytenê wiha got: “Gelek sîvîl li Efrînê li ber çavên hemû cîhanê hatin qetilkirin, ev sûcê mirovahiyê ye. Divê her kes xwedî li Efrînê derkevin.”
 
Turkan Ozkaynak jî bang kir ku divê her kes xwedî li Efrînê derkevin û got gelê Kurd bi rûmet e û divê li dora Efrînê bibin yek. Zeynep Akay jî pêvajoya Kobanê bibîr xist û got wê jin û ciwan Efrînê jî wek Kobanê azad bikin.