‘Beyî kofiyên xwe neçin qada Newrozê…

  • 09:05 19 Adar 2018
  • Rojane
WAN - Ji pêxistina agirê Newrozê re çend roj man û li Wanê her kolan, her mal  ji niha de germahiya Newrozê dijîn. Kîtan Duman a kofiyan çê dike bang li jinan kir û got: “Li ser kiras û fîstanên xwe, kofiyan bidin serê xwe. Bêyî kofiyan neçin Newrozê.”
 
Ji bo Newroza ku wê li Parka Kultur a quntarê Keleha Wanê bê pîrozkirin, xebat  bê navber didomin. Kîtan Duman a 55 salî ya li taxa Esendere a Îpekyol a Wanê dijî,  kofiyên ku xişirê kevneşopiya gelê Kurd e çê dike. Kofiya li ser kiras û fîstanan didin serê xwe, li gorî herêman bi reng û teşeyên xwe diguherin.
 
Kîtan a kofî heta roja me ya îro aniye, di salên 90’î de ji gundê Kawal a Colemêrgê koçî Wanê kiriye. Kîtanê bi çêkirina kofiyan hem pereyê xwe qezenc kiriye û hem jî kevneşopiya xwe daye jiyîn û wiha pê de çû: “Piştî koçberiyê me di alî aboriyê de pirsgirêkên mezin jiyan. Em hatin vê taxê û min biryar da ku ez keda destê xwe bidim berdewamkirin. Em hewcedarî kesî nebûn. Min zarokên xwe dan xwendin. Kofî gelek zehmet e. Ez diyariyê mêvanên xwe jî dikim. Ji bo ev çand bê jiyîn ez gelek hewl didim.”
 
Kîtanê anî ziman ku ji ber Newrozê ji niha de gelek sîparîş girtiye û wiha dawî li axaftin xwe anî: “Ez bang li jinan dikim. Bila di Newrozan de li ser kiras û fîstanan kofiyan bidin serê xwe. Di alî dîtbarî de jî gelek xweş e. Kurd xwedî çandek dewlemend e. Em jin xwedî li çanda xwe derkevin. Ez Newroza her çar parçeyê Kurdistanê pîroz dikim. Bila xwedî li Newrozê derkevin.”