Şahidên 92’an yên li Cizîrê: Ev agirê azadiyê wê netemire
- 09:04 19 Adar 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Jinên di sala 1992’an de şahidiya komkujiya Newrozê kirin bi lêv kirin ku îro jî di heman şertan de divê gel berxwe bide û wiha pê de çû: “Em ji kevneşopiya berxwedana Bêrîvanê tên. Em ê dest ji têkoşînê bernedin. Em ê di Newrozê de dakevin qadan.”
Botana ku ji sala 1992’an heta ligel komkujî û zextan agirê Newrozê bi awayekî herî gur pêxist, îsal jî bi coşek mezin pêşwazî dike. Şirnexa ku bi berxwedanê li dijî kuştinên kiryar nediyar e û komkujiyan berxwe daye, di Newroza 1991’ê û 1992’an de windayên mezin dan. Newroza îsal li Cizîrê di 21’ê Adarê de wê bê pîrozkirin.
Di du salan de 125 kes hatin qetilkirin
Li Nisêbîn, Edene, Pasûr û Cizîrê di sala 1991’ê de di pîrozbahiyên Newrozê de 31 kes hatin qetilkirin. Di 1992’an de jî di pîrozbahiyên Newrozê de 94 kes tevî jin û zarokan hatin qetilkirin.
‘Me berxwe da û pêk anî’
Yek ji şahida Newroza 92’an a Cizîrê Emîne diyar kir ku yekane ji tişta ji wê demê guheriye ev e ku berxwedan roj bi roj mezin bûye û wiha pê de çû: “Wê demê nizanim çend salî bûm. Tenê Newroza bi xwîn tê bîra min. Destûr nedan em Newrozê pîroz bikin. Piştî me pîroz kir êrîşê me kirin. Wê rojê her kesî kîjan mal bûna hema diketinê. Gelek hevalên me şehîd ketin, birîndar bûn. Bombeyên gazê û gule direşandin. Nedihiştin em serê xwe ji pacê derbixin. Lê me bi berxwedanê Newroza xwe pîroz kir.”
Emîneyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku tevî guleyan wan qedexe nas nekirine û ev tişt daxuyand: “Li aliyekî daxuyanê wê demê hat dayîn, gotin bi azad Newrozê pîroz bikin û li aliyê din jî gel gulebaran kirin. Gelek kes bi saetan bi dev û rû li erdê man. Wan got belkî em wisa wan biçewisînin lê kevneşopiya berxwedana me hebû. Ji wê rojê şûnde tu tişt wek berê nebû.”
‘Hêrsa me bû lehî’
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Newroz ji bo Kurdan tê wateya berxwedan û azadiyê û got wan wê rojê çawa berxwe daye, bi salane heman berxwedanê didin û got wê heta dawî jî dest ji berxwedana xwe bernedin. Emîneyê got wê îsal jî tevî hemû astengî û zextan wê dîsa agirê Newrozê pêxin.
Jina bi navê Şewka Aslan a hevjînê xwe Îhsan Arslan û birayê xwe Bahrî Aslan di 1993’an de di dema kuştinên kiryar nediyar de winda kiriye wiha got: “Lokman, Emîn û Yusuf wê rojê hemûyan li ber çavên min jiyana xwe ji dest dan. Hemû li ser kolana Nisêbînê mirin. Hemû sivîl bûn. Em li ser kolana Nisêbînê bûn. Ewil Emîn piştre Lokman ket. Piştre Yusuf ket. Hemû li ser hev ketin. Her kes bi cihekî re reviyan. Li ber çavên min 10-11 kesî jiyana xwe ji dest dan. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê her kes tevlî vê Newrozê bibe.”