Gêlê Serhedê ji bo Newrozê hat vexwendin

  • 17:14 18 Adar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveyê amadekariyên Newrozê de, li Wan, Colemêrg û Bedlîsê belavok hatin belavkirin. 
 
Li Wanê di çarçoveyê amadekariyên Newrozê de, li navçeyên Artemêt, Rêyaarmûşê û Tuşba belavok hatin belavkirin, bazarên taxan, dikandar û malên gel hatin ziyaretkirin û gel dawetî mîtîna Wanê hatin kirin.  
 
Colemêrg
 
Li navenda Colemêrgê jî ji bo pîrozbahiyên Newrozê xebat li gund û taxan hatin meşandin. Rêveberên HDP û DBP’ê mal bi mal geriyan û gel vexwendin mîtînga 21’ê Adarê roja Newrozê. Endamên partiyan ê navê de Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan jî heyî bûn sê kom û dest bi xebatên gund û navenda bajêr kirin. Endamên partiyan li gundên Peyanîs, Nişe, Nispas, Qewal, Baleka, Kotranis, Şuminis û Orite yên Colemêrgê gel vexwendin Newrozê. 
 
Bedlîs
 
Di çarçoveya amadekariyên Newrozê de Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Celadet Gaydali û endamên HDP û DBP’ê li navçeya Adilcewaz bi gel re hatin gel hev. Endamên partiye li navenda bajêr, belavok li kargehên bajêr gerandin û gel vexwendin Newrozê.