Li stûyê Zîlana ku hat îdiakirin xwe întixar kiriye li dewsa benik rast nehat!
- 10:09 18 Adar 2018
- Rojane
WAN - Zîlan Sumer a ku hat gotin li kuçeya Bostaniçi ya navçeya Îpekyoluyê xwe întixar kiriye, li stuyê wê dewsa benik nehat dîtin. Li gor qeydên dozgeriyê wekî "mirina bi guman" derbas bû.
Di 6'ê Adarê de li kuçeya Bostnaiçi ya navçeya Îpekyolu ya Wanê hatibû îdiakirin ku Zilan Sumer a 17 salî xwe întixar kiriye. Derbarê kuştina Zîlanê lêpirsîn dest pê kiribû. Di çarçoveya vê lêpirsînê de agahiyên balkêş derket holê. Li stûyê Zîlana ku hat gotin ku xwe întixar kiriye ne şûna benik şûna tiliyan hat testpîtkirin.
'Ku xwe dirêjî tawana bi dûman kiriba dê destên wê qirêj bibûya'
Dayika Zîlanê Şîrin Sumer wiha got:"Dema ku min keça xwe dît di binê lingên wê de bidonekî şîn hebû. Lê ne pêkane ku xwe bigihêjîne tawanê. Ji bo bigihêje tawanê divê derketa ser derek hîn bilind. Benikê stûyê wê sist bû û tenê girêkek lê hatibû xistin. Birayê wê demildest ew hembêz kir û rakir jor. Me jî ben vekir. Birayê zîlanê masaja dil kir. Dilê wê hîn diavêt. Me agahî da ambûlansê. Lê dereng hat. Ku zû bihata dibe keça min niha dijiya. Her wiha ger Zîlanê destên xwe bigihaşta tawana bi dûman dê destên wê qirêj biba. Lê destên wê paqij bû, çawa wiha bû me fam nekir."
'Nedihiştin Zîlanê telefonê bi kar bîne'
Hevalek Zîlanê ku nexwest navê xwe bibêje anî ziman ku malbata Zîlanê nedihişt ew telefonê bi kar bîne lê telefona wê hebû, dibe ku telefona wê dîtibin.
Wekî 'mirina bi guman' derbasî qeydên dozgeriyê bû
Her wiha mirina Zîlanê Wekî 'mirina bi guman' derbasî qeydên dozgeriyê bû. Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de binçavkirin çê nebû û hat zanîn ku otopsiya berfireh dê çend meh şûnde diyar bibe.