Jin wê ji qadên rêveberiya xweser biherikin Parqa Newrozê
- 09:16 18 Adar 2018
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Amadekariyên pîrozbahiya Newroza Amedê bê navber didomin. Jinên ku ji qadên rêveberiyên xweser wê biherikin Newrozê gotin: “Em ê biçin Newrozê û wê carek din azadiyê biqîrin.”
Newroza ku îsal wê bi şîara ‘Em bi ruhê Newrozê berxwedanê bilind bikin, li Efrînê bi ser bikevin’ di 21’ê Adarê de li gelek bajaran bê pîrozkirin, amadekariyên wê didomin. Welatî amadekariyên xwe didomînin û li aliyê din jî hêrsa li dijî êrîşên li hember Efrînê jî tînin ziman. Bi taybet li qadên rêveberiyên xweser, Newroz bi kelecanek mezin tê payîn û Farqîn a Amedê jî di vê bendewariyê de ye. Jinên Farqînê diyar kirin ku wê li dijî şerê li Efrînê û komkujiyan wê di 21’ê Adarê de li qada Newrozê bin.
‘Çawa êrîşî vir kirin wisa jî êrîşê Efrînê dikin’
Jina bi navê Cevahîr Taniş bi lêv kir ku Newroz cejna wan e û ji bo dengê xwe bilind bikin wê biçin qadên Newrozê. Cevahîrê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro jî ji ser Efrînê li ser Kurdan zilm tê kirin. Bi sedan ciwanên me kirin zindanan, ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dan. Çawa êrîşî vir kirin bi tanq, top û balafiran êrîşî Efrînê jî dikin. Em dibêjin êdî bes e! Îsal Newroz ji bo me xwedî wateyek cuda ye. Em ê hêrsa xwe li dijî Efrînê nîşan bidin.”
‘Em her ku dibêjin aştî ew me ber bi şer ve dibin’
Songul Arincak destnîşan kir ku Newroz ji bo Kurdan vejîn e û wiha pê de çû: “Divê jin, zarok, ciwan, kal û pîr, her kes divê bên Newrozê. Divê komkujiya li Efrînê demildest bi dawî bibe. Her ku em dibêjin aştî, me ber bi şer ve dibin. Li hember Efrînê operasyon tên kirin. Ji bo Kurdan biqedînin vê operasyonê dikin. Çav berdane axa Kurdan, azadiya Kurdan. Hemû cîhan dizane çima ev operasyon tên kirin. Em ê biçin Newrozê û azadiyê biqîrin.”
‘Em ê di Newrozê de biqîrin’
Ayşe Demîr jî Newroza hemû gelan pîroz kir û got: “Em ê di Newroza îsal de jî ji şer re bêjin na. Divê hemû Kurd li qadan biqîrin.”
Remziye Katan jî anî ziman ku çi dibe bila bibe wê tevlî Newrozê bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji vê Newrozê bendewariya me ev e ku êrîşên li ser Kurdan bi dawî bibin. Îro li Efrînê gelê me tê bombebarankirin. Divê em wê rojê hemû li qada Newrozê aştiyê biqîrin û li cem gelê Efrînê bin.”