'Me ji bo şoreşê zarokê xwe dan ji bo Efrînê em ê canê xwe bidin'
- 09:05 18 Adar 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - Dayikên berxwedêran ên Girkêlegê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrinê şermezar kirin û wiha gotin:"Çawa ku me zarokên xwe fedayî vê şoreşê kirine em ê canê xwe jî fedayî Efrinê bikin"
Ev bû 58 roj ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê dikin. Li dijî van êrîşana berxwedana gel didome. Dayikên berxwedêran ên Rimelanê ku piştgiriya xwe bi berxwedana serdemê re diyar kirin gotin: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û nahêlin Erdogan Efrinê dagir bike. Em ê dayikên şehîdan nirxên zarokên xwe yên şehîd biparêzin."
'Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin'
Dayika bi navê Bedha Alî ya ku êrîş şermezar kirin diyar kir ku ew di despêkê de bejna xwe li hemberî tevahî şehîdên Efrinê ditewîne wiha berdewam kir: "Ji bo parastina xaka xwe bi lehengiyeke mezin zarokên me canê xwe feda dikin. Piştî DAÎŞ'ê dewleta tirk, bi balafirên xwe êrîşî Efrînê kir. Ji bo em nirxên şehîdên xwe li Efrînê biparêzin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."
'Em xwîna zarokên xwe li erdê nahêlin'
Dayika bi navê Helîma Yûsiv jî da zanîn ku ew êrîşa li ser gelê Efrînê şermezar dike û ew wekî dayika berxwedêran pişgiriya Efrînê dike. Helîma axaftina xwe wiha domand: "Ji 7 salî heta 70'ê salî em ê tevli şer bibin. Ji ber ku ev ax bi xwîna zarokên me hatiye rizgarkirin. Li hemberî van destkeftiyên ku hatine bidestxistin dijmin dixwaze ku tirsê bixe dilê gelê kurd. Em ê bi îradeya dayikên şehîdan li hember êrîşên Erdogan û çeteyên wî bisekinin.Çawa me zarokên xwe fedayî vê şoreşê kirin em ê canê xwe jî fedayî Efrinê bikin."
Bêdengî hat şermezarkirin
Dayikên berxwedêran ku bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk dan bal kişandin ser bêdengiya saziyên navneteweyî û wiha dawî li axaftina xwe anîn: " Îro şer li ber deriyê me ye, lê sibe wê bê welatên we jî. Ji ber ku gel Tirkiye biqasî me nas nake. Heta ku dewleta tirk hebe teror li cîhanê xilas nabe. Lê bila her kes bizanibe ku em kurd ji Erdogan natirsin. Em ê hêza Erdogan li Efrînê biqedînin."