Jinên Amedê: Tişta ku me dît em naxwazin gelê Efrînê jî bibîne

  • 09:02 18 Adar 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Jinên Amedê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser  Efrînê ku di roja 58’an de berdewam dikin şermezar kirin û gotin ku heman êrîş wan jî dîtine û naxwazin ku gele Efrînê jî heman tiştî bijî. Lewra jî bang kirin ku gel rabe ser piyan û ji êrîşan re bibêje na.  
 
Êrîşên dewlata tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê di roja 58'emîn de berdewam dikin û berxwedana gel a li dijî van êrîşan jî berdewam e.  Jinên Amedê ku êrîş şermezar kirin gotin ku heman êrîş li ser wan jî hatin kirin û gotin ku ew  naxwazin gele Efrînê heman êşê bijî û banga xwedîderketina li Efrînê kirin.  
 
Jina bi navê Huzna  Fidan  di serî de şerê ku li Efrînê tê kirin şermezar kir û got  ku dewleta tirk çiqasî êrîşî wan bike û wan bikûje jî ew kurd in û nasnameya wan nayê gûhertin û wiha got: “Em Apocî ne û em kurd in. Em ê heta dawî jî wisa bin. Dewleta tirk îro êrîşî  Efrînê dike û bi sedan kes kuşt û hîn bi sedan kes jî bi mirinê re rû bi rû mane. Erdogan çi ji gelê Kurd dixwaze? Ew qas xwîna gelê Kurd vexwar hîn têr nebûye. Em êdî naxwazin ku zarokên me bên kuştin. Bila êdî dawî li van êrîşan bê û êrîşên li ser Efrînê demildest bi dawî bibin. Em dixwazin dijminatiya li dijî Kurdan bi dawî bibe.”
 
‘Me gelek tişt dît û em ê tu carî ji bîr nekin’
 
Jina bi navê Rukiye Tarhan a ku di berxwedana şerê Sûrê de li Sûrê dima û şahidiya wê demê kiriye êrîşên li ser Efrînê bi tundî şermezar kirin û ev tişt got: “Beriya sê salan dema li Sûrê şer çêbû me bi çavên xwe ew kesên ku hatin kuştin dîtin û her wiha li aliyekî jî berxwedanek dihat dayîn. Wê demê ji ber şer êdî em neçar man ku ji Sûrê derkevin. Me gelek tişt dît û em ê tu carî ji bîr nekin. Dewleta tirk ji me kurdan re bûye dijmin, ew çi ji me dixwazin. Piştî berxwedana Sûrê niha jî li Efrînê bi milyonan kes li wir li ber xwe didin û dev ji berxwedana xwe bernadin. Tişta ku îro Efrîn dijî em gelek baş fêm dikin. Ji ber ku me jî heman tişt jiya. Divê îro em jî bibin dengê berxwedana wan. Ji ber ku em naxwazin êdî  kurd bên kuştin. Çawa şerê Sûrê bi berxwedana gelê kurd bi ser ket wê êrîşên li Efrînê jî bi berxwedana gelê kurd biqedin û bigihîje azadiya xwe.”
 
‘Ger ku deng derneyê wê li wir komkujî çêbibe’
 
Şukran Akdemîr jî bi lêv kir ku êdî naxwazin televizyonê temaşe bikin û wiha got: “Ji ber ku em dema televizyonê temaşe dikin dibînin ku kurd tên kuştin. Em êdî naxwazin ku şer û pevçûn çêbibin, naxwazin ku gelê kurd bê kuştin û ji axa xwe dûr bê xistin. Em dixwazin ku di demeke nêz de ji bo Efrînê deng bê derxistin. Ger ku deng derneyê wê li wir komkujî çêbibe. Ji bo êrîşên li ser  Efrînê bên sekinandin divê hemû kurd rabin ser piyan. Bila hemû kurd ji gelê Efrînê  re alîkariyê bikin.”   
 
‘Ev bi salane em kurd tên kuştin’
 
Herî dawî jî jina bi navê Roza Çetîn êrîşên dewleta tirk ên  ku li ser  Efrînê tên kirin şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev êrîşên ku li Efrînê tên kirin hovîtî ye. Ev bi salane em kurd tên kuştin û li dijî me kurdan komkujî tên kirin. Êdî çi ji me kurdan dixwazin? Ew qas xwîna me vexwarin hîn têr nebûne. Em ê ji vê rojê şûnde çi ji destê me bê em ê bikin. Ger ku em bêdeng bimînin tê wê wateyê ku em jî hevkarê komkujiyê ne. Lewra jî banga min ji  hemû gelê kurd re heye ku rabin ser piyan."