ROJEVA 18'Ê Adara 2018'AN

  • 09:00 18 Adar 2018
  • Rojev
*Jinên Amedê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser  Efrînê ku di roja 58’an de berdewam dikin şermezar kirin û gotin ku heman êrîş wan jî dîtine û naxwazin ku gele Efrînê jî heman tiştî bijî. Lewra jî bang kirin ku gel rabe ser piyan û ji êrîşan re bibêje na. DÎMEN HEYE 
 
*Dayikên berxwedêran ên Girkêlegê êrîşên  dewleta tirk ên li ser Efrinê şermezar kirin û wiha gotin:"Çawa ku me zarokên xwe fedayî vê şoreşê kirine em ê canê xwe jî fedayî Efrinê bikin" DÎMEN HEYE
 
*Endama HDP PM’ê Asiye Kolçak, diyar kir ku li Efrînê sûcê mirovahiyê tê kirin û got: “Mirovên axa xwe terk nakin bi komkujiyê re rû bi rû ne. Kesên li dijî komkujiyê bêdeng dimînin berpirsê komkujiyê ne.” BI DÎMEN
 
*Amadekariyên pîrozbahiya Newroza Amedê bê navber didomin. Jinên ku ji qadên rêveberiyên xweser wê biherikin Newrozê gotin: “Em ê biçin Newrozê û wê carek din azadiyê biqîrin.” BI DÎMEN
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi peyama şand Newroza 2013’an û diyar kir ku yekane derketina ji rêya kaosê ji têkoşîna gelan, yanî ji qanûnîbûna paradîgmaya neteweya demokratîk derbas dibe û bi ruhê Newroza ku mîlyon anî cem hev îro li Efrîn, Mînbîc, Reqa û Rojhilata Navîn zindî dibe.
 
*Jinên Edeneyê diyar kirin ku divê gelê Kurd li cihên dijîn biherikin qadên Newrozê û gotin wê wek her sal bi rengên biharê li qadên Newrozê bin. 
BI DÎMEN
 
*Li Mêrdînê gel wê fînala Newrozê li Nisêbîna ku şahidiya berxwedana Newroza 92’an û rêveberiyên xweser kiriye, pêk bînin. Endama PM a HDP'ê Zubeyde Zumrut diyar kir ku wê li Mêrdîna ku mozaîka gelan e li gorî dîrokê peyam bê dayîn û got wê rojê divê gelê Mêrdînî biherikin Nisêbînê. BI DÎMEN
 
*Zîlan Sumer a ku hat gotin li kuçeya Bostaniçi ya navçeya Îpekyoluyê xwe întixar kiriye, li stuyê wê dewsa benik nehat dîtin. Li gor qeydên dozgeriyê wekî "mirina bi guman" derbas bû.