Bi minasebeta 'Roja piştgiriya bi girtiyên polîtîk re' ji girtiyan re kart hatin şandin

  • 15:42 17 Adar 2018
  • Rojane
STENBOL - Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan, bi minasebeta “Roja Piştevaniya bi Girtiyên Polîtîk ên Navneteweyî ya 18’ê Adarê” ji girtiyan re kartên piştevaniyê şandin. 
Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan, bi minasebeta “Roja Piştevaniya bi Girtiyên Polîtîk ên Navneteweyî ya 18’ê Adarê” ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Tirkiyeyê daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Galatasarayê pêk hat. Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Musa Pîroglu û gelek kes beşdarî daxuyanî bûn. 
 
Berdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan Abdulmelîk Yalçin di daxuyaniy de axivî û wiha got: “Roja Piştevaniya bi Girtiyên Polîtîk ên Navneteweyî ya 18’ê Adara 1923’yan ji bo her sal balê bikişîne ser pirsgirêkên girtîgehan pêk tê. Di serî de li Kurdistan û hemû cîhanê li se mirovan êrîşek dijwar heye. Desthilatdarî hewl dide hemû deng û raperînan teslîm bigire."  
 
Ebdulmelîk, bang xwedî derketina girtiyên polîtîk kir û wiha bi dawî anî: “Em mîna malbat, rêheval û xizmên girtiyan, piştevaniya xwe ya bi girtiyên polîtîk nîşan didin. Em bi bêrîkirina cîhanek bêsînor, bêçînî û bêgirtîgeh ‘Roja Piştevaniya bi Girtiyên Polîtîk ên Navneteweyî ya 18’ê Adara’ pîroz dikin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakvan çûn Postexaneya Galatasarayê û kartên piştevaniyê ji girtiyan re şandin.