Dayikên şemiyê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin

  • 15:17 17 Adar 2018
  • Rojane
STENBOL – Dayikên Şemiyê di hefteya 677’an de li aqûbeta Mîrza Ateş ê 24 sal berê hat windakirin pirsîn. Hevjîna Ateş Rindê Ateş got: “Bi ser mala me ve girtin û ew birin. Ji wê rojê ve min tu agahî jê negirtiye. 24 sal e em li benda hatina wî ne.” 
 
Dayikên Şemiyê di hefteya 677’an de li Qada Galatasarayê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên cezakirin. Pankarta “Kujer diyar in, winda li ku ne?” vekirin û qurnefil danîn ser pankartê. Bavê Azîz Guler ê li Rojava di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da Mehmet Guler, hunermend Nur Surer, rojnameger Ahmet Şik, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mîrza Ateş ê 37 salî di 18’ê adara 1994’an d li navçeya Pasûra Amedê hat windakirin pirsîn. 
 
'Hemû der dirûxandin' 
 
Di çalakiyê de ewil Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu axivî û got: “24 sal der bas bû. Ez wê demê sekretere Baroya Amedê bûm. Li gelek cihan binpêkirina mafan pêk dihat. Hemû deverên Pasûr û Licê bi tang û topan dihat rûxandin. Bi dehan kes hat windakirin. Yek ji van jî Mîrza Ateş e. Ji wê rojê heta niha tu tiştek neguherî. Wê demê tenê ev pêkanîn li herêmê hebûn. Lê niha li 81 bajaran Rewşa Awarte heye. Heta ev qad li vir hebe dê hafize jî zindî be. Em ê çalakiyên edaletê dewam bikin.” 
 
'Ferqa wê rojê û vê rojê'
 
Hevjîna Mîrza Ateş, Rindê Ateş jî axivî û ev tişt got: “Bi şev saet di 02.00’an de bi ser mala me de girtin. Mîrza binçavkirin û birin. Ji wê rojê heta niha me tu agahî jê negirt. Ev 24 sal e em li benda hatina wî ne. Em ji bo wî li vir in.” 
 
'Doz ketin ber demboriyê'
 
Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Nîmet Tanrikulu xwend. Nîmet  destnîşan kir ku dozên hikumet jê berpirsyare bi salan di hiqûqa navxweyî de tu tiştek nekir û biryarên ne şopandinê an jî bi demborîbûnê berat kirin. 
 
'Mala wî şewitandin û winda kirin'
 
Nîmet da zanîn ku Mîrza Ateşê yê 37 salî bavê 5 zarokan li gundê Înkaya Pasûra Amedê diman û got: “Piştî hêzên ewlekariyê gundê wan şewitand, koçî mezra Sadika a gundê Duderya kirin. Piştî bi ser koçberkirina wan re 3 meh derbas bû, leşker li vir derketin operasyonê û di 18’ê adara 1993’an de bi ser mala Mîrza Ateş de jî digirin. Ewil mala wî şewitandin û pişt re leşker û cerdevanan Ateş bi îşkenceyê binçavkirin. Destê wî kelepçe kirin û kîs xistin serê wî. Her wiha li gund welatiyê bi navê Kuddîsî Adiguzel û gundiyên jî bi kindir bi hev ve girêdan. Binçavkiriyan ewil birin Qereqola Sîvrîce û pişt re jî birin Fermandariya Leşkerî ya Pasûrê. Gundî piştî 3-4 rojan sewqî Fermandariya Alaya Leşkerî ya Amedê kirin. Bi mehan di binçavan de man û îşkence li wan hat kirin. Pişt re tu agahî ji Mîrza Ateş û Kuddusî Adiguzel nehat girtin. Aqûbeta bûyera wan di tarîtiyê ma. Em ji bo hemû windayên xwe edaletê dixwazin. Em ê ji bo mafên bingehîn û azadya xwe têkoşîna xwe dewam bikin.”