Riha û Wanê ji bo newrozê amade ne
- 14:02 17 Adar 2018
- Rojane
RIHA/WAN - Komîteya Amadekar a Newroza Rihayê, civîna çapemeniyê pêk anî û gel vexwend Newroza 21’ê Adarê roja Çarşemê.
Komîteya Amadekar a Newroza Rihayê, li avahiya HDP’ê ya Rihayê civîna çapemeniyê pêk anî û gelê Rihayê vexwend Newroza 21’ê Adarê ku wê roja Çarşemê bê pîrozkirin. Rêveber û endamên HDP û DBP’ê tevli civînê bûn. Endama Komîteya Amadekar Hîdayet Enmek, di civînê de axivî û wiha got: “Me hemû serlêdanên xwe yên fermî kirin. Em ê Newroza xwe li Qada Mîtîngê (ŞUTÎM yani) a Paşabagi saet 10.00’an de pêk bînin. Dê parlamenterên HDP’ê Celal Dogan, Dîlek Ocalan û Huda Kaya beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin.
Piştî civînê, beşdarvanan guvenda destpêkê ya Newrozê gerandin.
Li Wanê Newroz
Li Wanê jî rêveberên HDP û DBP'ê belavok belav kirin û gel vexwendin mîtînga Newrozê ku wê li ber Keleha Wanê di 21'ê Adarê saet di 11.00'an de li Parka Ataturkê bê lidarxistin.