Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim hat berdan

  • 12:20 17 Adar 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim a qeyûm tayînê şûna wê hat kirin ku ji peywirê hat girtin, piştî îfade da hat berdan.
 
 Hevşaredara Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Şemrexa Mêrdînê Necla Yildirim a piştî qayûm tayînê şûna wê hat kirin ku ji peywirê hat gitin, li Îzmîrê di 16’ê Adarê de ji bo îmzeya kontrolê bide çû Qereqola Polîsan a Ozkanlarê. Necla li vê derê bi hinceta derbarê  wê de lêpirsînek din heye, hat binçavkirin.  Necls piştî îfadeya xwe da hat berdan.