Şîrketên sîgorteyê jî di nav lîstika TOKÎ de ne
- 10:03 17 Adar 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Malbatên li Nisêbînê xaniyê wan hatin hilweşandin û alavên wan hatin talankirin, ku wê ji neçarî li TOKÎ’yan bên bicikirin, diyar kirin ku şîrketên sîgorteyê jî ji bo alavên wan yên hatine talankirin pereyê wan nadin. Malbatan ji bo mafên wan yên hatine xespkirin daxwazname dan dadgehê.
Piştî qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê şûnde 6 taxên navçeyê hatin tunekirin. Piştî pevçûnan bi sedan xanî hatin hilweşandin. Gel li dora taxên hilweşîn lê pêk dihat kon veda û jiya. Gelê Nisêbînê bi tu awayî navçe terk nekir û naxwazin di TOKÎ’yên hatine çêkirin de jî bijîn. Yên ku bi her awayî gel mexdur kirin jî beramberê xanî û alavên ku talan kirine jî nadin. Welatiyên xaniyên wan hatine hilweşandin tevî ku di navberê de salek derbas buye jî, ne sîrketa sîgorteyê ya girêdayê wê û ne wezaretê beramberê alavên wan û xaniyê wan dane.
‘Divê erêkirina wezaretê hebe’
Malbatan tevî serî li şîrketên sîgorteyê yên girêdayê wê ne dane jî , pereyê wan nehatiye dayîn û niha ji bo pereyê xwe bigirin bi hevkariya parêzeran daxwazname dan dadgehê. Malbatên ku ev saleke hewl didin pereyê xwe bigirin, şîrket ji wan re dibêje biçin Walîtiyê. Malbatan got: “Şîrket dibêje tiştek di destê me de tune. Divê walîtî an jî wezaret desturê bide. Biçin pereyên xwe ji walîtîyê bigirin. Me jî serî li dadgehê da.”
‘Dixwazin me neçarî TOKÎ’yan bikin’
Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide got: “Ji bo em ji bo TOKÎ’yan îmzeyê bavêjin, pereyê men adin me. Ev salek em diçin û tên. Em israr dikin ew jî dibêjin ‘biçin ji walîtiyê bigirin.’ Me jî daxwazname da. Bi vî awayî bi dehan malbatî li TOKÎ’yan ferz dikin.”