Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê: Li Nexweşxaneya Efrînê komkujî pêk hat

  • 01:02 17 Adar 2018
  • Rojane
EFRÎN-Piştî ku balafirên şer ên Tirkiyeyê Nexweşxaneya Efrînê bombebaran kir şûnde Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê daxuyanî da û got:"Li nexweşxaneya Efrînê komkujî pêk hatiye.Ji vê komkujiyê hemû saziyên navneteweyî berpirs in."
 
Piştî ku Nexweşxaneya Avrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê daxuyanî da. Meclîsa Tenduristiyê bang li hemû saziyên navneteweyî kir ku li Nexweşxaneya Avrînê gelek birîndar, hemşîre, bijîşk hene. Her wiha Meclîsa Tenduristiyê ragihand ku hemû saziyên tenduristiyê yên navneteweyî ji vê yekê berpirs in û got:"Li Nexweşxaneya Avrînê komkujî pêk hatiye."