Yekîneyên Neteweyî: Li Efrînê bi sedhezaran sîvîl di bin talûkeyê de ne
- 18:21 16 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravina Shamdasani derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê anî ziman ku gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dane, gelek sîvîl birîndar bûne û derbarê vê yekê de di destên wan de rapor hene û got bi sedhezaran sîvîl di bin talûkeyê de ne.
Berdevka Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravina Shamdasani derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê daxuyanî da. Rîvîna ya ku li Buroya Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da got:"Di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku hem ji bejayî hem ji hewayê tê kirin de gelek sîvîl birindar bûn û gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Em derbarê vê yekê de raporên bi fikar digirin."
Ravîna anî ziman ku rewşa mirovatiyê ya li Efrînê pir giran bûye û wiha got:"Êrîşên li ser Efrînê li ser nexweşan û xebatkarên nexweşxaneyê jî bandorên neyînî dike."
Ravîna anî ziman ku ji ber jêderkên avê texrîp bûye gelê Efrînê di warê pêdiviya avê de pirsgirgirêkên mezin dijîn û got:"Sîvîlên ku mecbûr dîminin malên xwe terk bikin malên wan bi pêşengtiya hêzên tirk tê texrîpkirin. Em derbarê vê yekê de jî raporan digirin."
Ravînayê herî dawî wiha got:"Ji bo pêşiya kuştina sîvîlan bê girtin divê hemû tedbîr bên girtin."