Yekîneyên Neteweyî: Li Efrînê bi sedhezaran sîvîl di bin talûkeyê de ne 2018-03-16 18:21:30       NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravina Shamdasani derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê anî ziman ku gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dane, gelek sîvîl birîndar bûne û derbarê vê yekê de di destên wan de rapor hene û got bi sedhezaran sîvîl di bin talûkeyê de ne.    Berdevka Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravina Shamdasani derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê daxuyanî da. Rîvîna ya ku li Buroya Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da got:"Di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku hem ji bejayî hem ji hewayê tê kirin de gelek sîvîl birindar bûn û gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Em derbarê vê yekê de raporên bi fikar digirin."   Ravîna anî ziman ku rewşa mirovatiyê ya li Efrînê pir giran bûye û wiha got:"Êrîşên li ser Efrînê li ser nexweşan û xebatkarên nexweşxaneyê jî bandorên neyînî dike."   Ravîna anî ziman ku ji ber jêderkên avê texrîp bûye gelê Efrînê di warê pêdiviya avê de pirsgirgirêkên mezin dijîn û got:"Sîvîlên ku mecbûr dîminin malên xwe terk bikin malên wan bi pêşengtiya hêzên tirk tê texrîpkirin. Em derbarê vê yekê de jî raporan digirin."   Ravînayê herî dawî wiha got:"Ji bo pêşiya kuştina sîvîlan bê girtin divê hemû tedbîr bên girtin."