Li Wanê civîna 'Seferberiya Rêxistinê' hat lidarxistin

  • 11:45 20 Mijdar 2024
  • Rojane
 
WAN - Di çarçoveya pêngava "Seferberiya Rêxistinê" ya di pêşengiya DBP û DEM Partiyê de bi beşdariya bi sedan endamên partiyê civînek hat lidarxistin.
 
Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê di çarçoveya Pêngava "Seferberiya Rêxistinê" de civînek hat lidarxistin.
 
Civîn li Salona Konferansê ya Baroya Tahîr Elçî pêk hat. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, hevserokên bajarê Wanê, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEM Partî û DBP'ê yên Colemêrg, Mûş, Bedlîs û navçeyên Bedlîsê amade bûn. Her wiha hevserokên şaredariyê û endamên meclîsê û gelek endamên partiyê beşdar bûn.
 
 Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
 
'Gelê Kurd sed sal in di bin dagirkeriyê de dijî'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ku axaftina vekirinê ya civînê kir, diyar kir ku gelê Kurd sed sal in di bin dagirkeriyê de dijî û got, "Ji bo çareseriya pirsgirêkê me gelek caran rêyên demokratîk xistine pêş. Bi taybetî li Rojhilata Navîn veguhertinek çêdibe. Ev yek ji bo gelên din û baweriyên din ên Rojhilata Navîn jî wisa ye hemû perspektîfek heye ku ji aliyê rêveberiya stratejîk a partiya me ve hatiye amadekirin, em dixwazin bi we re parve bikin."
 
'Li pêşiya me firsendeke dîrokî heye'
 
Adalet Kaya, diyar kir ku sed sal berê weke gelên xwedî paradîgmaya netew-dewletê bûne çar parçe û got, "Em xwedî li berxwedana sed salan derketine. Derfetek dîrokî heye. Birêz Abdullah Ocalan di mijara Rojhilata Navîn de pêşketiye û wê aştiyê bîne hemû gelan. Em xwedî li çareseriya demokratîk, paradîgmaya neteweya demokratîk a ku dê di warê aştiyê de jiyanek wekhev, azad û demokratîk ava dike, derkevin."
 
Piştî axaftina vekirinê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.