Xewla Yusuf: Em ê heta dawiyê piştgiriya Efrînê bikin!

  • 13:03 16 Adar 2018
  • Rojane
Ronida Hacî
 
TIL TEMIR - Berxweda Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta tirk didome. Pêkhateya Ereb Xewla Yusuf jî piştgiriyê dide Berxwedana Serdemê û wiha dibêje:" Efrîn hêvî û rûmeta me ye. Divê em hemû li hêvî û rûmeta xwe xwedî derkevin." 
 
Berxweda Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta tirk didome. Pêkhateya Ereb Xewla Yusuf jî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got:"Em ê heta dawiyê piştgiriya Efrînê bikin."
 
Xewlayê anî ziman ku Erdogan dixwaze demografiya Efrînê biguhere û wiha got:"Erdogan dixwaze desthilatdariya Osmaniyan ji nû ve bîne. Lê em tu caran desthilatdarî û koletiyê qebûl nakin. Em ê serî netewînin."
 
'Divê hemû jinên cîhanê piştgiriyê bide Efrînê'
 
Xewlayê wiha domand:" Ji bo aştî û azadî bê û ji bo zarok nemirin divê hemû gel û jinên cîhanê piştgiriyê bide Efrînê."
 
'Em Efrînê bi tenê nahêlin'
 
Xewlayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em ê wekî jinên Ereb ji dil û can li Efrînê xwedî derkevin û em nahêlin Efrîn bi tenê bimîne. Bijî berxwedana Efrînê."