Xewla Yusuf: Em ê heta dawiyê piştgiriya Efrînê bikin! 2018-03-16 13:03:59   Ronida Hacî   TIL TEMIR - Berxweda Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta tirk didome. Pêkhateya Ereb Xewla Yusuf jî piştgiriyê dide Berxwedana Serdemê û wiha dibêje:" Efrîn hêvî û rûmeta me ye. Divê em hemû li hêvî û rûmeta xwe xwedî derkevin."    Berxweda Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta tirk didome. Pêkhateya Ereb Xewla Yusuf jî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got:"Em ê heta dawiyê piştgiriya Efrînê bikin."   Xewlayê anî ziman ku Erdogan dixwaze demografiya Efrînê biguhere û wiha got:"Erdogan dixwaze desthilatdariya Osmaniyan ji nû ve bîne. Lê em tu caran desthilatdarî û koletiyê qebûl nakin. Em ê serî netewînin."   'Divê hemû jinên cîhanê piştgiriyê bide Efrînê'   Xewlayê wiha domand:" Ji bo aştî û azadî bê û ji bo zarok nemirin divê hemû gel û jinên cîhanê piştgiriyê bide Efrînê."   'Em Efrînê bi tenê nahêlin'   Xewlayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em ê wekî jinên Ereb ji dil û can li Efrînê xwedî derkevin û em nahêlin Efrîn bi tenê bimîne. Bijî berxwedana Efrînê."