Li Girkêlegê ji bo komkujiya Qamişloyê meş hat lidarxistin
- 16:42 12 Adar 2018
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Li Girkêlegê ji bo bîranîna 12'ê Adarê Komkujiya Qamişloyê meş hat lidarxistin.
Li Girkêlegê ji bo bîranîna 12'ê Adarê Komkujiya Qamişloyê ji aliyê TEV-DEM'ê û beşdarbûna hezaran kesî meş hat lidarxistin.
Di meşê de berxwedana Serdemê hat silavkirin. Meş bi tevlîbûna tevahî sazî û rêxistinên civakî û partiyên siyasî, hêzên leşkerî pêk hat. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alanên YPG,YPJ'ê hatin hildan. Meş ji qada Şehîd Xebat dest pê û veguherî qada mîtîngê.
Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk Hesen Koçer axivî û got:"Em komkujiya ku li Qamişloyê pêk hat bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin em tu caran bejna xwe natewînin û em ê li Efrînê û li hemû Bakurê Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê li ber xwe bidin."
Meş bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.