Li Şehbayê komxebateka ji bo 25'ê Mijdarê
- 13:50 20 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk Efrîn-Şehbayê bi wesîleya nêzbûna 25'ê Mijdarê, li Şehbayê komxebatek li dar xist.
Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Dijî Jinê de bi dirûşma "Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, xwe biparêze" Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD'ê Efrîn-Şehbayê li Şehbayê komxebatek li dar xist. Komxebat li hola Jîn Efrîn a navçeya Ehdasa Şehbayê hat lidarxistin. Hola komxebatê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên jin hatin xemilandin, endam û rêveberên meclis, partiyên siyasî, Kongra Star û rêxistinên jinan amade bûn.
Komxebatê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji aliyê endama meclisa jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk Efrîn-Şehbayê Fatimê Hesen ve axaftina destpêkê hat kirin. Piştî wê 10 kom hatin avakirin û bi pirs û bersivan berdewam kir.
Pirsên; çima rêjîmên otorîter dema ku dixwazin civakê bixin bin kontrola xwe, di destpêkê de jinan dikin hedef? Gelo rêjîmên desthilatdar tenê tundiyê li ser jinan dimeşînin? Sedema binavkirina jinan bi kêmaqiliyê û ol çi ye? Çima di bin ronahiya dualîteya gerdûnê de jin û mêr nêzî hev in? Gelê civakeke exlaqî û polîtîk çawa ava dibe hatin kirin?
‘Ger rola jinan di nava civakê de tunebe dê hevsengî çênebe’
Di çarçoveya van pirsan de beşdaran bersiv dan û diyar kirin ku ger rola jinan di nava civakê de tune be wê tu hevsengî jî neyê avakirin û hebûna jinan, tunebûna sîstema desthiladar e. Her wiha diyar kirin ku sîstema desthilatdar hemû cureyên tundiyê li ser civakê ferz dike û dixwaze wan bixe bin kontrola xwe. Di nîqaşan de hat diyarkirin ku bi taybetî di kesayeta jinan ev yek tê kirin. Di dawiyê de hat diyarkirin ku divê bi perwerdeyê van xalan yek bi yek werin şîrovekirin da ku pêşî li paşverûtî û tundiya ku pê ve girêdayî bi destên pergalên di bin navê ol, adet û kevneşopiyên civakê de çêdibin were girtin.