Li Girkêlegê ji bo komkujiya Qamişloyê meş hat lidarxistin 2018-03-12 16:42:03   GIRKÊLEGÊ - Li Girkêlegê ji bo bîranîna 12'ê Adarê Komkujiya Qamişloyê meş hat lidarxistin.    Li Girkêlegê ji bo bîranîna 12'ê Adarê Komkujiya Qamişloyê ji aliyê TEV-DEM'ê û beşdarbûna hezaran kesî meş hat lidarxistin.    Di meşê de  berxwedana Serdemê  hat silavkirin. Meş bi tevlîbûna tevahî sazî û rêxistinên civakî û partiyên siyasî, hêzên leşkerî pêk hat. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alanên YPG,YPJ'ê hatin hildan. Meş ji qada Şehîd Xebat dest pê û veguherî qada mîtîngê.    Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk Hesen Koçer axivî û got:"Em komkujiya ku li Qamişloyê pêk hat bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin em tu caran bejna xwe natewînin û em ê li Efrînê û li hemû Bakurê Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê li ber xwe bidin."   Meş bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.