Li Silêmanî gel ji bo Efrinê meşiya

  • 10:30 12 Adar 2018
  • Rojane
Aysel Haci Mahmut
 
SILÊMANÎ - Ji bo piştgiriya Efrînê li bajarê Silêmanî meşek girseyî hat lidarxistin.
 
Ji bo piştgiriya Efrînê li bajarê Silêmanî meşek girseyî hat lidarxistin. Alîgirên siyasî, rêxistinên civakî û bî hezaran kes beşdarî meşa girseyî bûn. Meşê ji Şeqama Salim dest pê kir û heya Baxê Giştî berdewam kir. 
 
Dî meşê de axaftin hat kirin û hat gotin ku tê xwestin wekî Helepçe, Mahabad û Qamişloyê komkujî pêk were. Loma divê Kurd hemû bibin yek û dengê xwe bilind bikin.
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê bi dawî bû."