Li Silêmanî gel ji bo Efrinê meşiya 2018-03-12 10:30:32   Aysel Haci Mahmut   SILÊMANÎ - Ji bo piştgiriya Efrînê li bajarê Silêmanî meşek girseyî hat lidarxistin.   Ji bo piştgiriya Efrînê li bajarê Silêmanî meşek girseyî hat lidarxistin. Alîgirên siyasî, rêxistinên civakî û bî hezaran kes beşdarî meşa girseyî bûn. Meşê ji Şeqama Salim dest pê kir û heya Baxê Giştî berdewam kir.    Dî meşê de axaftin hat kirin û hat gotin ku tê xwestin wekî Helepçe, Mahabad û Qamişloyê komkujî pêk were. Loma divê Kurd hemû bibin yek û dengê xwe bilind bikin.   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê bi dawî bû."