Gelê Cizîrê piştgirya berxwdana serdemê dikin
- 17:23 11 Adar 2018
- Rojane
Ronida Hacî
TIL TEMIR - Şêniyên herêma Cizîrê tekez kirin ku balafir û êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê tu caran îradeya wan naşkîne û wiha gotin: "Ew ê berxwedaniya xwe bidomînin û bi serkevin."
Îro bi deh hezaran ji Gelên Herêma Cizîrê berê xwe dîsa dan berxwedana Serdemê daku piştgiriya Gelê Efrîn bikin û bi dilekî hevpar vê êrîşên dewletatirk şermezar bikin. gelên Bajarê Tiltemirê yê Girêdayî Kantona Hesekê ve kombûn ji bo ku biçin Herêma Firatê û bi hev re piştgiriya Efrînê bikin."
Ji jinên ku berê xwe dan Efrînê Fatma silêman ku ji Tiltemirê ye êrîşên dewleta tirk şermezar kirin nêrîna xwe wiha anî ziman: "Serkeftin a Efrînê ye û wê binketin ya komploya navneteweyî ye. Em rê nadin ku dewleta tirk bi ser herêma Efrînê ve biçe. Ez van êrîşan bi tundî şermezar dikim. Em ê piştgriya Efrînê bikin. Ji ber ku parastina Efrînê parastina Şoreşa jinê ye."
Jina bi navê Gulîstan Ferhan ku ji Bajarê Serêkaniyê ye jî got ku bi yekîtiya gelan ew ê dengê Efrînê bighînin hemû Rojhilata Navîn û wiha dewam kir: "Ev ne cara yekê ye ku em diçin Efrînê û ne cara dawiyê ye jî. Em ji jinên Efrînê re dibêjin, em li pişta we ne. Çawa ku hevkarên dewleta tirk DAÎŞ li Reqqa û Kobanê û Cizîrê têk çû ew ê bi îrade û yekîtiya gelan li Efrînê jî têk biçe."
Jina bi nav Şeha Şêxê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û tekez kir ku bi têkoşîn û berxwedana jinê wê Efrîn bi ser bikeve û wiha got: "Ez êrîşên li ser Efrînê şermezar dikim û bêdengiya hêzên navneteweyî li dijî tirkiyeyê jî şermezar dikim. Hêznê ku li dijî van êrîşan bêdengin dibin hevkarên êrîşan."