Gelê Cizîrê piştgirya berxwdana serdemê dikin 2018-03-11 17:23:16   Ronida Hacî    TIL TEMIR - Şêniyên herêma Cizîrê tekez kirin ku balafir û êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê tu caran îradeya wan naşkîne û wiha gotin:  "Ew ê berxwedaniya xwe bidomînin û bi serkevin."   Îro bi deh hezaran ji Gelên Herêma Cizîrê  berê xwe dîsa dan  berxwedana Serdemê daku piştgiriya Gelê Efrîn bikin û bi dilekî hevpar vê êrîşên  dewletatirk şermezar bikin. gelên Bajarê Tiltemirê yê Girêdayî Kantona Hesekê ve kombûn  ji bo ku biçin Herêma Firatê û bi hev re piştgiriya Efrînê bikin."   Ji jinên ku berê xwe dan Efrînê Fatma silêman ku ji Tiltemirê ye êrîşên dewleta tirk şermezar kirin nêrîna xwe wiha anî ziman: "Serkeftin a Efrînê ye û wê binketin ya komploya navneteweyî ye. Em rê nadin ku dewleta tirk bi ser herêma Efrînê ve biçe. Ez van êrîşan bi tundî şermezar dikim. Em ê piştgriya Efrînê bikin. Ji ber ku parastina Efrînê parastina Şoreşa jinê ye."   Jina bi navê Gulîstan Ferhan ku  ji Bajarê Serêkaniyê ye jî got ku bi yekîtiya gelan ew ê dengê Efrînê bighînin hemû Rojhilata Navîn û wiha dewam kir: "Ev ne cara yekê ye ku em diçin  Efrînê û ne cara dawiyê ye jî. Em ji jinên Efrînê re dibêjin, em li pişta we ne. Çawa ku hevkarên dewleta  tirk  DAÎŞ li Reqqa û Kobanê û Cizîrê têk çû ew ê bi îrade û yekîtiya gelan li Efrînê jî têk biçe."   Jina bi nav Şeha Şêxê êrîşên  li ser Efrînê şermezar kir û tekez kir ku bi têkoşîn û berxwedana jinê wê Efrîn bi ser bikeve û wiha got: "Ez êrîşên li ser Efrînê şermezar dikim û bêdengiya hêzên navneteweyî li dijî tirkiyeyê jî şermezar dikim. Hêznê ku li dijî van êrîşan bêdengin dibin hevkarên êrîşan."