Li Enqereyê 10 kes hatin berdan

  • 16:48 9 Adar 2018
  • Rojane
 
 
ENQERE – Li Enqereyê 10 kesên ji ber parvekirinên medya civakî hatibûn binçavkirin hatin berdan. 
 
Li Enqereyê di 7’ê adarê de 9 kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin, piştî îfadeyên wan li dadgehê hatin berdan. Zarîfe Çamalan li dozgeriyê hat berdan û Betul Koca, Sîbel Goktaşin, Duygu Dogan, Ebru Yigît, Ayla Yilmaz, Burhan Çoban, Şenol Kahyaoglu û Eray Şîmşek jî li dadgehê hatin berdan. 
 
Hat zanîn ku Burak Sari yê ji çavê xwe astengdar jî piştî îfadeyên li emniyetê hat berdan.