Li Enqereyê 10 kes hatin berdan 2018-03-09 16:48:53       ENQERE – Li Enqereyê 10 kesên ji ber parvekirinên medya civakî hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Li Enqereyê di 7’ê adarê de 9 kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin, piştî îfadeyên wan li dadgehê hatin berdan. Zarîfe Çamalan li dozgeriyê hat berdan û Betul Koca, Sîbel Goktaşin, Duygu Dogan, Ebru Yigît, Ayla Yilmaz, Burhan Çoban, Şenol Kahyaoglu û Eray Şîmşek jî li dadgehê hatin berdan.    Hat zanîn ku Burak Sari yê ji çavê xwe astengdar jî piştî îfadeyên li emniyetê hat berdan.