111 girtiyên li dijî hejmara li ser piyan derketin hatin cezakirin

  • 14:17 9 Adar 2018
  • Rojane
 
 
XARPÊT - 111 girtiyên li 2'emîn Girtîgeha Ewlehîbilind a Xarpêtê ji ber ku hejmara li ser piyan qebûl nekirin du mehan cezayê hevdîtinê li wan hat birîn.
 
Muduriyeta 2'emîn Girtîgeha Ewlehîbilind a Xarpêtê ji ber ku 114 girtiyan hejmara li ser piyan qebûl nekirin derbarê wan de lêpirsîna dîsîplinê dabû destpêkirin. 
 
Di encama lêpirsîna dîsîplînê de 2 mehan cezayê hevdîtinê li girtiyan hat birîn.