111 girtiyên li dijî hejmara li ser piyan derketin hatin cezakirin 2018-03-09 14:17:07       XARPÊT - 111 girtiyên li 2'emîn Girtîgeha Ewlehîbilind a Xarpêtê ji ber ku hejmara li ser piyan qebûl nekirin du mehan cezayê hevdîtinê li wan hat birîn.   Muduriyeta 2'emîn Girtîgeha Ewlehîbilind a Xarpêtê ji ber ku 114 girtiyan hejmara li ser piyan qebûl nekirin derbarê wan de lêpirsîna dîsîplinê dabû destpêkirin.    Di encama lêpirsîna dîsîplînê de 2 mehan cezayê hevdîtinê li girtiyan hat birîn.