Ji endamê DAIŞ’ê bo pirsa ‘kê komkujiya Pirsûsê pêk anî’ bersiv
- 18:23 4 Tîrmeh 2023
- Rojane
RIHA - Endamê DAIŞ’ê Kasim Guler di Doza Komkujiya Pirsûsê de weke şahid hat guhdarîkirin. Kasim Guler, diyar kir ku bi çavdêriya leşkeran derbasî Sûriyeyê bûye û pirsa “Kê Komkujiya Pirsûsê kir?” jî wiha bersivand: “Hin kesan digot dewletê kiriye. Min wisa bihîst.”
Di 20’ê Tîrmeha sala 2015’an de li pêşiya Navenda Çandê ya Amarayê ya navçeya Pirsûs a Rihayê li dijî ciwanên bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) êrişeke bombeyî hate kirin. Di êrişê de 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Têkildarî komkujiyê li bersûcên firarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate lidarxistin. Endamên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, kesên ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûn, parêzerên Platforma Ji Bo Pirsûsê Edalet, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Ferît Şenyaşar û Dîlan Kunt Ayan, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, SGDF, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), nûnerên rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek kesên din tevli danişînê bûn.
Di danişînê de weke şahid li bersûcê ji Doza Komkujiya Gar a Enqereyê girtî Kasim Guler, Omer Yetek ku tê gotin karûbarên medyayê yê DAIŞ’ê dike, Azzo Hala Suleyman El Aggal ku Wezareta Karên Hundir dibêje teqemeniyên komkujiyên Sultan Ahmet û Pirsûsê wî peyda kirine jî hate guhdarîkirin. Her sê şahid bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bûn.
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Kasim Guler axivî. Guler, da zanîn ku wî Îlhamî Bali û Denîz Buyukçelebî nas kiribû û wiha got: “Min Îlhamî Bali di sala 2010’an de li Girtîgeha Edeneyê nas kir. Em mehekê bi hev re man. Wê demê têkiliya Îlhamî bi DAIŞ’ê re tune bû. Me li ser îslamê sihbet dikirin. Derheqê komkujiya Pirsûsê de tiştekî nizanim. Min tiştek nebihîstiye.”
‘Hinek kesan got dewletê kiriye’
Piştre jî parêzerên Platforma Ji Bo Pirsûsê Edaletê pirs ji Kasim Guler kirin. Kasim, got ku bi bîra wî nayê bê ka kengî tev li DAIŞ’ê bûye û wiha domand: “Ez di bin çavdêriya leşkeran de derbasî Sûriyeyê bûm. Em carnan em bi rex leşkeran derbasî Sûriyeyê dibûn. Carnan dihatin girtin lê leşkeran tiştek nedigotin. Ez bi dehan caran derbas bûm. Ev, polîtîkaya dewletê bû. Bi awayekî asayî dihatin û diçûn.” Ji bo pirsa “Komkujiya Pirsûsê kê kir?” jî Kasim wiha got: “Hinek kesan digot dewletê kiriye. Min wisa bihîst.”
Piştî pirsên parêzeran, Kasim Guler got ku ew tenê şahid e û bi îdiaya pirsên tên kirin “agahiyên taybet in” nikare bersivê bide. Piştre jî Guler ji bo pirsên dihat kirin bersivên weke “Nizanim, nas nakim” da.
Piştre jî li Azzo Suleyman El Aggal hate guhdarîkirin. Azzo Suleyman di destpêka axaftina xwe de îdia kir ku tu caran neketiye Tirkiyeyê û jê derneketiye. Lê belê piştî pirsên parêzeran, Azzo Suleyman got ku di sala 2012’an de birîndar bûbû û bi ambulanseke aydê Tirkiyeyê çûye nexweşxaneya dewletê ya navçeya Kaniya Xezalan û 2 rojan li wir ma ye. Parêzeran jî sedema bersivên hev nagirin pirsîn û wî jî bersiva berê dubare kir. Parêzer ketin gumanê ku kesê îfadeyê dide Suleyman El Aggal nîne. Li ser vê yekê Azzo Suleyman Aggal îdia kir ku hemû îfadeyên li emniyetê di bin îşkenceyê de dane û wî tenê îfadeyên hatine amadekirin îmze kiriye û destnîşan kir tevî di girtîgehê de bû jî bi peywirdarên îstîxbaratê re hevdîtin kiriye û têkildarî naveroka hevdîtinê tu agahî parve nekir.
‘Ev tiştên taybetin’
Piştre jî li Omer Yetek hate guhdarîkirin. Yetek, îdia kir ku di dema komkujiyê de li Sûriyeyê bû û wiha got: “Li Tirkiyeyê di navbera min û PKK’ê de pirsgirêk hebû. Lewma di sala 2015’an de çûm Sûriyeyê. Li Tebqayê jiyam. Tevî malbata xwe çûm. Li ser Kaniya Xezalan bi rêyên qaçax çûm. Digotin yên dişînin Tirkiye ye. Li cihê ez çûmê OSO hebû. Piştre DAIŞ hat. Nêzî 3 salan li wir mam. Di sala 2018’an de hatim ser sînor û min xwe teslîmî leşkeran kir. Min xwest birevim lê DAIŞ’ê ez xistim zindanê. Min ew her tim rexne kirin û xeletiyên wan gotin. Lewma ji min hez nedikirin. Yên hewl didan birevin dixistin hefsê. Pere nedan min. Pereyê min hebû.”
Parêzeran pirsa “Te li Sûriyeyê çi kar dikir? Te çiqas pere qezenc kir?” ji Omer kir û wî jî wiha bersiv da: “Ez bersûc nînim. Çima ewqas pirsan ji min dikin. Ev tişt, jiyana min a taybet e.” Yetek îdia kir ku îfadeyê li emniyetê di bin îşkenceyê de daye.” Piştre jî hemû pirs bi bersivên weke “Nayê bîra min, agahiya min jê nîne, na” bersivand.
‘Ez li edeletê digerim’
Piştî şahidan, îcar Dîlek Kaya ku bavê wê Îsmet Şeker di komkujiyê de hatibû qetilkirin axivî. Dîlekê bi bîr xist ku bi ser komkujiyê re 8 sal derbas bûne û ev tişt anî ziman: “Melayek heye, vîdeoya komkujiyê dikişîne û di çenteyê wî de alaya DAIŞ’ê derdikeve lê nayê darizandin. Ev edaleteke çawa ye? Bavê min kuştin. Wêneyê êrişkar heye lê emniyetê negirtiye û tu kes nayê darizandin. Edalet li ku ye? Madem îstîxbarat hebû wê demê çima peywira xwe pêk ne anîn. Ew çima niha li vir nînin? Tekane daxwaza min edalet e.”
Piştre jî Fethî Aydin ku kurê wî Çagdaş Aydin hatibû qetilkirin, Yasemîn Boyraz ku dayika wê Bahar Nazegul Boyraz hatibû qetilkirin û ji Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê Yalçin Demîr axivîn.
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî di danişînê de wiha got: “Gilîker û mexdûran qala pêvajoya 8 salan kirin. Em di her danişînê de daxwazên xwe tînin ziman. Doz 8 sal in didome lê biryara nepeniyê bi salan domiya. Mirov bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Li vir sûcekî li dijî mirovahiyê heye lewma nakeve ber demborînê.”
‘Wezaret çima mudaxale nake’
Piştre jî parêzer Serdil Îzol axivî û ev tişt anî ziman: “Divê Abdullah Omer Aslan weke bersûc li dosyayê bê zêdekirin. Ji ber têkiliyên wî yên bi DAIŞ’ê re, hevjîna wî dev jê berda. Aslan ji hêla gel ve hate girtin û di çenteyê wî de pateyek derket. Tevî vê jî hate berdan. Ji ber biryara nepeniyê me nekarî agahiyan bigirin. Em piştre hîn bûn ku piştî îfadeyê hatiye berdan. Me serlêdana sûc kir lê encamek jê derneket. Weke şahid lê hate guhdarîkirin û gotinên wî hev nagirin. Faîlekê bûyerê bi destê darazê tê astengkirin. Tu caran Yakup Şahîn neanîn danişînê. Ev bû 8 sal lê hêj jî Wezareta Karên Hundir daxilî dosyayê nebûye. Daxwaza me ew e ku ev komkujî weke sûcê li dijî mirovahiyê were qebûlkirin. Em nizanin kesê weke şahid lê tê guhdarîkirin bê ka bi rastî jî ew in an na. Gotinên wan hev nagirin lê bersûc nînin. Hevjînên Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali hatin darizandin û berdan. Lê îfade hebûn ku endamên rêxistinê ne. Em dixwazin dadgeh bi awayekî cidî lêkolînê bike bê ka Îlhamî Bali li ku ye. Di qeydên tapeyan de xuya bû ku Mûstafa Mol û Mûstafa Demîr her tim bi Îlhamî Bali re axivî ne. Me derheqê serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû de serlêdana sûc kir lê encamek jê derneket. Divê Davûtoglû tiştên dizane li vir bibêje.”
‘Ev ne wijdaniye’
Parêzer Eylem Sarioglû jî got ku ew dixwazin xwe bigihînin rastiya madî û wiha pê de çû: “Ji sala 2011’an heta niha haya hem emniyetê hem jî raya giştî ji Bali hebû. Tê zanîn ku ji bo rêxistinên cîhadîst mirovan dişîne. Şahidê lê hatiye guhdarîkirin got bê ka çiqas bi hêsanî dihatin û diçûn. Bali jî wisa dikir. Denîz Buyukçelebî ku lêgerîna wî hebû bi malbata xwe re hevdîtin dikir û hevdîtinên rêxistinî dikir. Di rewşeke wiha de hûn nikarin çavekî xwe bigirin û bibêjin ez bi çavê din lê digerim. Lêgerîna Bali hebû û agahî hene ku wê demê li Tirkiyeyê bû. Dema di destê me de nehat girtin lê niha hewl didin bigirin. Hinek bi wijdan bin. Beriya niha hinek raporên îstîxbaratê l dosyayê hatin zêdekirin lê ev agahî hev nagirin. Em dixwazin xebateke berfireh were kirin û li dosyayê bê zêdekirin. Bila bi saziyên navneteweyî re nivîs werin şandin.”
Parêzer Erkan Sabrî Unuvar jî diyar kir ku divê weke şahid li Yakup Şahîn jî were guhdarîkirin û ev tişt anî ziman: “Me xwest li xwediyê motosîkletê were guhdarîkirin. Motosîklêta Şahîn heta niha qet nebû rojev. Xebatek nehat kirin bê ka motosîklête yan na. Şahîn di cotmeha 2015’an de hate girtin û motosîklêta wî 8 mehan ji bo xebatan hatiye bikaranîn. Divê Şahîn were vê derê û derheqê motosîkletê de agahiyan bide me. Her wiha em dixwazin hemû qeydên kirariyan ên têkildarî Şeyh Abdurrahman Alagoz de pêşkeşî dosyayê bên kirin.”
‘Divê em li ser berpisyariya dewletê biaxivin’
Herî dawî jî parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel axivî û wiha got: “Divê em li ser nêrîna pergala darazê ya li hemberî vê dosyayê biaxivin. Divê berpirsyartiya dewletê jî were eşkerekirin. Ez ji Pirsûsê me û wê demê rewşeke awarte hebû. Haya dewletê ji her tiştekî hebû. Divê hemû rayedarên wê demê bibandor bên tespîtkirin û darizandin. Divê hemû tor bên teşhîskirin.”
Piştî parastinan, şandeya dadgehê biryara xwe da. Şandeyê daxwazên parêzer û malbatan red kir û doz taloqî 5’ê kanûnê kir. Malbatan bertek nîşanî redkirina daxwazên xwe dan.
Piştî danişînê, li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de malbatan gotin ku dê her tim daxwazên xwe bînin ziman û têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.