Rêvebera DDKAD'ê Halîde Dundar jiyana xwe ji dest da
- 22:12 3 Tîrmeh 2023
- Rojane
AMED - Rêvebera DDKAD'ê Halîde Dundar li Stenbolê jiyana xwe ji dest da.
Rêvebera Komeleya Jinan a Demokratîk û Şoreşger (DDKAD) Halîde Dundar ji ber nexweşiya dil 25 roj in li nexweşxanê dihat tedawîkirin. Vê serê sibê jiyana xwe ji dest da.
Halîde bi salan mamostetiya matematîkê kir û her wiha ji bo zimanê kurdî jî xebat da meşandin. Femînista kurd Halîde di weşana Kovara Roza û Jujinê de jî cih girt.
Li gorî agahiya malbatê da Halîde dê sibêhê li Liceya Amedê bê definkirin.