Dayikên Şemiyê ligel êrişan careke din daketin Qada Galatasarayê

  • 12:32 1 Tîrmeh 2023
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Polîsan tevî biryarên binpêkirinê yên AYM’ê jî dîsa êriş kirin û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan kirin binçavan. 
 
Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayên xwe bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 953’yemîn de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî bi qerenfîlên di destên wan de meşiyan Qada Galatasarayê. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê qedexekirina qadê de biryarên “binpêkirinê” daye jî lê di hefteya 12’yemîn de polîsan bi hinceta "qedexeyê" Dayikên Şemiyê dorpêç kir. 
 
Li gel hemû israran jî polîsan bi darê zorê rojnameger ji qadê dûr xistin û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafan bi kelepçeyan binçav kirin. Piştî ku dayik hatin binçavkirin, parlamenterên Partiya Çep a Keskan Ceylan Akça û Kezban Konukçu ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Ceylan û Kezban bi girtina qurnefîl di destên xwe de astengî protesto kirin. Piştî demekî kin wekîlên ku ji dorpêça polîsan derketin ber bi Kolana Îstîklalê ve meşiyan. Rojnamegerên ku xwestin meşê bişopînin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ceylan û Kezban piştre derbasî Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bûn.
 
Polîsên êrişî çalakiyê kir, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî di nav de 22 Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan kirin binçavan. Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand. 
 
Navên binçavkiriyan wiha ne: Hanife Yildiz, Alî Ocak, Mîkaîl Kirbayir, Besna Tosun, Sebla Arcan, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yurtsever, Arat Dînk, Hatîce Korkmaz, Oya Ersoy, Îsmaîl Yucel, Gulendam Ozdemîr, Omer Kavran, Denîz Aytaç, Kemal Bûlût, Hatîce Onaran, Meryem Bars, Pelîn Laçîn, Huseyîn Aygul, Zehra Demîr, Kenan Yildizerler.