Wê xeta têkoşîna nû bi jinan re diyar bikin

  • 09:03 17 Hezîran 2023
  • Ramyarî
 
Melek Avci
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan Canan Çalagan da zanîn ku piştî hilbiajrtinan  Partiya Çep a Kesk civîn pêk anîne û  çarçoveyek derketiye holê lê di encama nîqaşên jinan meşandiye de wê nexşerê biteşe be. Cananê got wê sedsala 21’ê wek sedsala jinê ava bikin û têkoşînê bilind bikin.
 
Piştî hilbijartinan, êrîşên desthilatdariyê yên li hember jinan û gelan didome. Partiya Çep a Kesk piştî hilbijartinê civîn pêk anîn û çarçoveyek derket holê. Yek ji van civînan jî Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk pêk anî û encamnameya xwe parve kir. 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan der barê encamnameyê de axivî.
 
*Piştî hilbijartinan meclîseke ku êrîşên destkeftiyên jinan dikin derket holê. Ev sazbûn wê di demên pêş de wê çawa tev bigere?
 
Desthilatdariya heyî 20 sal in polîtîkayên xwe li ser redkirina daxwaza wekhevî û azadiya jinê meşand. 21 sal in pêvajoyeke dijhiqûqî û bê edelet ya cidî tê jiyîn. Ev pêvajoya hilbijartinê jî hat meşandin. Bi tifaqa hat avakirin xetek dijberê jinê  dan meşandin. Îro li ser maseya tifaqê heman polîtîka tên axaftin. Em bi bloqek desthilatdariyê ya dixwaze jinan hepsê malê kin re rû bi rû ne. Tiştên heta îro kirine nîşan dide ku wê ji vir şûnde jî bikin. Wek hûn dizanin em bi Partiya Çep a Kesk ketin hilbijartinan. Me kampanyaya xwe û xebatên xwe bi esasê perspektifa jinê de meşandin. Desthilatdariyê hemû çavkaniyên dewletê xist xizmeta kampanyaya xwe ya hilbijartinê. Me tevî hemû astengiyan cihê xwe di meclîsê de girt.
 
Em wek partiya sêyemîn ketin meclîsê. Tevî hemû lîstik û zextan em ketin meclîsê. Kampanyaya hilbijartinê bi zimanê nefret û globalbûnê dan meşandin. Ev zimanekî ku serdestiya mêr polîtîkayên xwe ji nûve hildiberand bû. Di serî de li dijî gelê Kurd, li dijî gelan zimanê nefretê bi kar anîn. Tevî vê jinan li dijî desthilatdariyê serî netewand. Desthilatdariya heyî îro ji bo hebûna xwe bidomîne civak bi xizanî û krîzek mezin re rû bi rû hiştiye. Em 29 hevalên jin tevî astengiyan ketin meclîsê. Em bi nûneriya jinê îro li meclîsê ne. Ji ber vê jî em ê li dijî van polîtîkayan di pêvajoya pêş de têkoşîna xwe bidomînin û ji bo avakirina jiyanek aştiyane têbikoşin.
 
* Partiya Çep a Kesk nûneriya wekhev pêk anî û 29 parlamenterên jin şand meclîsê. We ev çawa ava kir, pergala vê çiye?
 
Em ji bo civakek ekolojîk demokratîk a xwe dispêre wekheviya azadî û wekheviya jinê dimeşin. Ev ji bo zemîna siyaseta demokratîk derbasdar e.  Civakek demokratîk azadiya jinê esas negire demokratîk nabe. Ji ber vê azadiya jinê û wekheviya jinê esasa demokrasiyê ye. Ji bo vê jî divê alavên têkoşîna me azad bibin û mekanîzma bên avakirin. Nîvê civakê jin in û divê jin bi gotin, îradeya xwe hebin. Di partiya me de jî me rêgeza nûneriya wekhev û hevserokatiyê pêk anî. Em li ser navê xwe bêjin em di asta ku hedef dikin de dimeşin.
 
* Yek ji civînên pêk hat a Meclîsa Jinan bû û wek encamname hat aşkerakirin. We got ‘em ji meclîsekê zêdetir in’. Hûn bi vê rêxistinbûnek çawa hedef dikin?
 
Hilbijartin ji bo me girîng bûn. Piştî hilbijartinan em civînan çêdikin. Em di her alî de encaman dinirxînin. Em li ser kêmasî û qelsiyan nîqaşan dimeşînin. Em wek meclîsa jinan jî vê ji xwe re dibêjin: em jin tevgereke ji têkoşîna jinê têne. Em qadeke ku gotina jinê li her qadê îfade dike ne. Ji ber vê jî di seranserê kampanyayê de daxwazên derketin holê di encamnameya me de cih girtin. Me di civînan de nirxandin  kirin û me got ku di seranserê kampanyaya hilbijartinê de me kampanyayek ku xwe bigihînin hemû jinan nemeşandiye. Dîsa di nirxandinên me de derketin holê ku destkeftiyên jinan di seranserê têkoşînê de di asta rêgezî de qels bûye. Divê em hîn bêtir xwe xurt bikin û di vê qadê de têkoşîna xwe bimeşînin. Me ji civînan nexşerêya dema pêş xwe jî diyar kir.
 
*Di danezanê de her wiha peyama şikandina tecrîda li Îmraliyê hebû. Dihat diyarkirin ku têkiliya tecrîdê bi êrîşên li hember jinê re jî heye. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
Daxwaza çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi muzakere û diyalogê di serî de daxwaza jinê ye. Ji ber polîtîkayên ewlehiyê û pevçûnan, polîtîkayên mîlîtarîst jinê hedef digirin. Îro bedena jinê dibe erdnîgariya şer. Ev parçeyek polîtîkaya şer e. Li vî welatî pirsgirêka azadiya jinê girêdayî polîtîkayên şer e, pevçûna pirsgirêka Kurd e. Ji ber vê daxwaza esas a jinan pêvajoya aştiyê ye. Ev jî bi riya muzakereya bi  Birêz Ocalan re ye. Divê ev rê vebe û ji ber vê demildest tecrîd ji holê rabe. Ji bo riya diyalogê divê tecrîd bê rakirin.
 
*Di danezanê de hat gotin ku wê berê jinan li kolanan be. Wê xetek têkoşînê ya çawa bê meşandin?
 
Li hemû bajar û navçeyan em ê li her derê bi rêxistinên xwe re lê di heman demê de bi saziyên jinan, rêxistinên jinan û hemû aliyan re bên gel hev û vê pêvajoyê bi hev re binirxînin. Li ser van esasên giştî em ê nexşerêya xwe ava bikin. Di vir de mijara herî girîng, tecrubeya têkoşîna me ya heta îro berdewam kiriye. Em ê xwe hîn bêtir xurt bikin û bêguman sedsala 21’ê wek sedsala jinê ava dibe. Em bi biryar in. Ji vê hefteyê şûnde em ê li hemû bajaran li hemû herêman bi saziyên jinan re bên gel hev û xeta têkoşîna xwe ya ji vir şûnde diyar bikin. Em ê meşa xwe ya bi jinan re bidomînin û bi hev re biguherînin.
 
*Peyama we ji bo jinan çiye?
 
Em mafdar in. Wek em her tim îfade dikin, ev têkoşîna bidestxistina mafên xwe ye. Têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan tenê ji bo jinan nîne. Ev têkoşîn girêdayê têkoşîna azadî û wekheviyê ye. Hem em jin hem jî hemû civak biryarbûna têkoşîna xwe diparêzin. Îro em ê bi hemû hevalên me yên li parlamentoyê jî û hemû hevalên li qadê re têkoşîna xwe bidomînin û bi ser kevin.