ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN

  • 09:00 17 Hezîran 2023
  • Rojev
 
*Jinên Hezexê bertek nîşanê qeyrana aborî dan, diyarkirin ku piştî hilbijartinê ji ber buhayiyê ew nema dikarin biçin bazarê jî û anîn ziman ku heta ev şer dewam bike û wê ev qeyran jî her ku biçe kûr bibe. DÎMEN HEYE
 
*Di ser qetilkirina Denîz Poyraz ku di êrîşa li hember HDP’a îzmîrê de ji aliyê  Onur Gencer ve hatibû qetilkirin re du sal derbas bûn. Ji bo doza Denîz Poyraz jî têkoşîna hiqûqê didome.
 
*Berdevka Meclîsa Jinan Canan Çalagan da zanîn ku piştî hilbiajrtinan  Partiya Çep a Kesk civîn pêk anîne û  çarçoveyek derketiye holê lê di encama nîqaşên jinan meşandiye de wê nexşerê biteşe be. Cananê got wê sedsala 21’ê wek sedsala jinê ava bikin û têkoşînê bilind bikin.
DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Safiye Alagaş a ku ev salek e di girtîgehê de ye û 2 roj berê hat berdan got, “Em ê neheqiyên li vê herêmê bi xurtî ragihînin. Em ê bibin dengê rojnameger, jin, zarok û xwezayê. Ger ku em bibin dengek xurt dê civak jî xurt bibe.”  BI DÎMEN