Li Til Rifet êrişê nexweşxaneyê kirin

  • 19:38 16 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û komên girêdayî wê li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê nexweşxaneyek bombebaran kirin.
 
Tirkiye û komên girêdayî wê li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê nexweşxaneyek bombebaran kirin. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Komîteya Tenduristiyê ragihand ku yek jê tenduristkar 4 kes birîndar bûne. Komîteyê ragihand ku ji birîndaran rewşa 2 kesan xedar e. 
 
Navê kesên birîndar wiha ye: “Muxlês Ehmed Nasan (25), Abdullah Abdulrehman Murad (40), Mihemed Hemîd (45), Mustefa Hesen (27).”