Gumanbarê destdirêjiyê berat kir

  • 18:09 16 Hezîran 2023
  • Rojane
ŞIRNEX - Danişîna biryara xebatkarê zanîngehê ku destdirêjî li zarokekî kiribû, li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hate dîtin û dadgehê der barê gumanbar de biryara beratê da. 
 
Dî meha Adara 2022’an de xebatkarê Zanîngeha Şirnexê  destdirêjî li zarokekî kiribû. Der barê bûyerê de lêpirsin hat destpêkirin û der barê gumanbar Orhan Aldanmaz de ji aliyê Serdozgeriya Şirnexê ve doz hate vekirin. Runiştina biryara doza ku Orhan Aldanmaz ji sûcê  îstîsmar dihat darizandin li 3’emîn Dadgeha Ceza Giran a Şirnedê hat dîtin. 
 
Navenda Polîtîkayên Malbatî û Civakî, Baroya Şirnexê û Komeleya Berî Her Tiştê Jin û Zarok tevlî danişînê bûn. Her wiha bercûs Orhan Aldanmaz jî di runiştinê de amade bû. Dozger der barê bersûc de jji sûcên êrîşa zayendî û ji bêparhiştina azadiya kes de ceza xwest. 
 
Gumanbar li dijî mutalayê derket û îdia kir ku îftere lê tê kirin. Her wiha parezerê bersûcê jî muwekîlê xwe bi suîkasta rûmetiyê parast. 
 
Parezera mexdûrê jî xwest bersûc bi cezayê giran were darizandin.
 
Piştî navberê heyeta dadehê der barê bersûc de biryara beratê da. Ji sûcê bêparhiştina ji azadiya kes biryara beratê û ji sûcê êrîşa zayendî 6 sal û 8 meh ceza hat birîn. Cezayê hat birîn şandin dadgeha bilin.