Platforma Jinê ya Çigli: ÇEDES bila bê betalkirin!

  • 14:25 16 Hezîran 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Platforma Jinê ya Çigli têkildarî projeya ÇEDES'ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ev proje li dijî wekheviyê ye û dijminatiya perwerdeya laik-zanyariyê dike. 
 
Bi çarçoveya protokola "Ez ji bo hawirdora xwe hestiyar im ez lê xwedî derdikevim" (ÇEDES) tê xwestin mele tayînî dibistinanan bikin. Platforma Jinê ya Çigli li dijî vê yekê li ber Şaredariya Çigli daxuyaniya çapemeniyê da. Pankarta "Bila ÇEDES a dijminê perwerdeya laîk û zanyarî bê betalkirin" hat hilgirtin. Her wiha dirûşmên "Bila AKP destên xwe ji ser zarokan vekişîne","Em li dibistanan meleyan naxwazin","Bila ÇEDES bê betalkirin" hat berzkirin. Li ser navê jinan Umran Kirbaş daxuyanî xwend. 
 
Umranê da zanîn ku 21 sal in AKP dijminatiya jinê û zarokan dike û got her carê çav bera destkeftiyên hatine qezençkirin didin. Umranê da zanîn Partiya Refaha Nû û HUDA-PAR'ê da zanîn ku zagona 6284'an kirine mijara bazarê. 
 
Umranê bi lêv kir ku sîstemeke perwerdeyê ya li dijî rêgeza wekheviyê li zarokan tê ferzkirin û hat gotin tê xwestin perwerde bi paşverûtiyê bê dorpêçkirin. 
 
Umranê bi lêv kir ku divê ew têkoşîna laîktiyê ya li dijî paşverûtiyê bi hev re biparêzin û got ji bo zarok li welatekî bi ewle bijîn li wî welatî laîktî şert e. 
 
Umranê bi lêv kir ku divê hemû protokolên bi cemaat û tarîkatan hatine îmzekirin bên betalkirin û got bila protokola ÇEDES'ê ji holê rabe. 
 
Herî dawî ji bo mamoste û malbatan bang hat kirin û hat gotin divê li dijî protokola ÇEDES'ê bi hev re têbikoşin. 
 
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.