Bi ser girtina rojnamegeran de salek derbas bû: Çapemeniya Azad dengê heqîqetê ye

  • 12:15 16 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
 
AMED – MKGP û DFG bi minasebeta salvegera girtina 16 rojnamgeran daxuyaniyek dan û anîn ziman ku îktidar û daraz ji aliyekî polîtîkayên xwe yên zextê bi awayekî cuda kûr dike û gotin: “Ew ê ji nivîsandina heqîqetê gavê paşde neavêjin. Ew ê Çapemeniya Azad her tim bibe dengê heqîqetê.”
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polisan di 8'ê hezîrana 2022'yan de Serokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdûrrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen binçav kir û 8 rojan li emniyetê hatin girtin. 
 
Di 16'ê hezîrana 2022'yan de jî ji wan Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Safiye Alagaş, Azîz Orûç, Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Abdûrrahman Oncu û Lezgîn Akdenîz bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. 
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi minasebeta salvegera girtina rojnamegeran de li ber Edliya Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat vekirin. Partiya Heremên Demokratîk (HDP) û Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) tevlî daxuyaniyê bû.
 
Daxuyaniya kurdî ji hêla endama MKGP û nûçegihana JINNEWS’ê Rojda Aydin û ya tirkî jî ji hêla rojnameger û endamê DFG'ê Selman Çîçek ve hat xwendin.
 
‘Delîlek sûc tune ye’
 
Rojda, destnîşan kir ku zextên li ser rojnamegerên di hedefa îktidarê de ne her roj zêde dibin û got got îktidar û daraz ji aliyekî polîtîkayên xwe yên zextê bi awayekî cuda kûr dike û bi rêya girtin, binçavkirin, destdirêjî, tundiyê dixwaze dengê rojnamegeran qut bike. Rojda, da zanîn ku îktidar û darazê nêzîkatiya xwe ya dijminatiyê ya li dijî çapemeniya kurdî û kurdan di serê sala 2022'yan de bi awayekî zêde didomîne û got tevî ku derbarê hempîşeyên wan de delîlekî sûc tune ye jî wan di girtîgehan de digirin û bi gelek binpêkirina mafan rû bi rû dimînin.
 
Operasyonên li dijî rojnamegeran berdewam kir
 
Rojda, bi bîr xist ku daraza di bin kontrola îktidarê de tev digere bi operasyona 8'ê Hezîrana 2022'yan 20 jê rojnameger 22 kes kir bin çavan û wiha domand: “Piştî binçavkirina 8 rojan di 16'ê Hezîranê de 16 kedkarên çapemeniya azad hatin girtin û ew şandin girtîgehê. Bi îddiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ derbarê wan de bi sedan rûpel îddianame hat amadekirin. Kedkarên çapemeniya azad bi awayekî nehiqûqî şandin girtîgehê. Dîsa dema ku ji hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê re demeke kin mabû darazê dîsa Çapemeniya Azad kir hedef. Tevî nûçegehîna JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer gelek kedkarên Çapemeniya Azad di 25'ê Nîsanê de, bi serdegirtina malan hatin binçavkirin û di 5'ê Nîsanê de jî jê 5 kes hatin girtin. Di rojên ku 5 rojnameger hatin girtin de bi operasyoneke nû Hevseroka DFG'ê Dicle Muftuoglu û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de hatin girtin. Ji bo mafê girtina nûçeyan a civakê bê astengkirin tê xwestin Çapemeniya Azad bê bêhn bimîne. Darazê ev yek ji xwe re kiriye wekî peywirekê. 9 hevalên me yên ku nêzî 6 mehan di Girtîgeha Sîncanê de hatin girtin piştî hilbijartinê di 16'ê Gulanê de bi şertê ‘kontrola edlî’ hatin tehliyekirin. Dîsa Mudura Karê Nivîsê ya Ajansa Nûçeyan a JINNEWS'ê Safiye Alagaş di 15'ê Hezîranê de hat tehliyekirin.”
 
‘Çapemeniya Azad dengê heqîqetê ye’
 
Rojda, da xuyand ku hempîşeyên wê li dijî zextên îktidarê tu carî dev ji nivîsandina heqîqetê bernedan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew her tim bûn dengê civak, zarok, jinê. Loma jî helwesteke nêzî îktidarê nîşan nadin, berovajî vê yekê ji bo vêya ji holê rake dixebite û ev yek ji xwe re kiriye armanc. 16 kedkarên çapemeniyê yên ku nûçegîhaniya civakî ji xwe re esas digirin ev salek e di girtîgehê de ne. Tê astengkirin ku pîşeya xwe bikin. Bila îktidar, medyaya alîgir û daraz vê yekê ji bîr neke; Kedkarên Çapemeniya Azad wekî do wê îro jî û sibehê jî ji îktidarên ku wê bên, serî natewîne. Ew ê ji nivîsandina heqîqetê gavê paşde neavêjin. Ew ê Çapemeniya Azad her tim bibe dengê heqîqetê.”
 
 Daxuyanî bi dirûşmeya “Çapemeniya Azad nayê bê dengkirin” ve bi dawî bû.