Girtiya nexweş Sadet Îdîn nayê berdan

  • 09:16 16 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Saadet Îdîn a ku yek ji girtiyên nexweş e ji aliyê xwe yê çepê felç e û ji çavên xwe pisgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî. Dayika Saadetê, Alîye Îdîn destnîşan kir ku rewşa keça wê her diçe girantir dibe û xwest keça wê were berdan.  
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê û bajarên bakurê Kurdistanê bi sedan girtiyên nexweş hene. Her ku diçe rewşa van girtiyên nexweş girantir dibe û ne tên berdan ne jî tên dermankirin. Daxwazên girtiyan ên tedawiyê jî tên redkirin. Yek ji van girtiyên nexweş jî Saadet Îdîn a 36 salî ye. Saadetê ji milê xwe yê çepê felç e û ji çavên xwe pirsgirêkên tendurîstiyê dijî. Saadetê cara ewil di sala 2015’an de dema diçe serdana xwişka xwe li Manîsayê tê binçavkirin û tê girtin. Saadetê dişinin girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê. Li wir 2 sal û 6 mehan girtî dimîne û piştre tê berdan.
 
Saadet a di sala 2018’an de felç dibe, di sala 2018’an de dema ku ji bo îfadeyê diçe Midûriyeta Polîsan tê binçavkirin û piştre jî bi îdiaya "Endama rêxistinê" tê girtin. Saadet a ku 4 sal e li Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T’yê girtî ma mehekê berê sirgûnî Girtîgeha Erzînganê hate kirin. Li Sadestê 14 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn. Dayika Saadetê, Aliye Îdîn (55), derbarê rewşa keça xwe de axivî.
 
‘3 caran krîza dil derbas kir’
 
Aliyeyê, daxuyand ku keça wê piştî ku ji Girtîgeha Şakranê serbest hatibû berdan li nexweşxaneyê tedawî didît û wiha axivî: “Di pêvajoya nexweşîna wê de rojekê ji emniyetê bi hinceta wê  îmzeyê bide bangî wê kirin û ew jî çû. Lê piştî ku emniyetê hat binçavkirin û dîsa hate girtin. Keça min yek ji girtîyên nexweş e. 3 caran krîza dil derbas kir. Di çavên wê de pirsgirêk hene û çavê wê tarî dibin. Rixmî hemû pirsgirêkên tenduristiyê bi tena serê xwe li girtîgeha Şirnexê di odeyekê de bi tenê ma. Piştî hilbijartinê jî wê sirgûnî Erzînganganê kirin.”
 
‘Girtiyên nexweş berdin’
 
Aliye, destnîşan kir ku ji tenduristiya keça xwe bi fikar e û xwest keça wê were berdan: “Dema dibin nexweşxaneyê, raporê nadinê. Her wiha dermanan jî nadinê. Keça min li girtîgeha Şirnexê 6 mehan di odeyekê de tenê ma. Dîsa jî li ber xwe da. Dema ku sirgûnî Erzînganê kiribûn jî tu agahî nedan me. Em piştre hîn bûn rewşê. Niha jî li wir dimîne û duh telefon kir. Dibêje ku nexweşînên wê her diçe giran dibin, çavê wê tarî dibin û fetqa pişta wê jî girantir dibe. Keça min jî  di nav de em dixwazin ku hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan. Gelek girtiyên nexweş hene ku nikarin di girtîgehê de bimînin. Bila bes vê zilmê bikin û dilê dayikan bişewitînin.”